TelAfarFlüchtlinge
Awariyên Til Efer li ber Şingal diçin

Şingal (ÊzîdîPress)- Piştî şikestina hikumeta Îraqê li deverên dor û berên Şingal û rê birîn di nav bere wan devera de û çekdarên dewleta îslamî li Îraq û Şamê dest bi ser kirîya, arîşên wan kelên fermî yên jiyanê peyda bûna û ew jî kêmehiya xazê, panzînê û her wiha birîna elektrîkê ye, wisa jî  tiştê xwarinê jî ber bi kêmehî ve diçin.

Salim Berkat, welatiyek deverê ye got: “Rewşa êmnahiyê gelek başa li van devere, lê carcare gotin û gotinokê xelkê hinek metirsiya peyda dikirin û em hemû dizanin çi metirsî nîne li ser Şingal, bi taybetî piştî kontrol kirina deverê ji aliyê Pêşmerga ve”. Her wiha Berkat got: “Ji aliyê jiyanê ve, xelkê deverê metirsiya nebûna xazê, panzînê û elektrîkê ne çariyeka bo mebeyda bûya û rewşa me têk dide”.

Ji alîkî dî ve, Xudêda Xelek ji başûrî deverê Şingal ye, got: “Nebûna yan kêmehiya xazê, panzînê û elektrîkê çi arîşên mezin peyda nabin lê metirsiya me ji kêmehiya kel û pelê xwarinê ye, piştî awareiyê Til Efer ber bi zêdehî ve diçin û heta niha wekû dezgehên peywendî dar di bêjin, go hijmara wan gehiştiya 90 hezar kesan û devera Şingal ne ji wan deverên go di karê wan ware ya bi xwe bigirê bê arîşe”. Xelef berdewam kir: “Weku zanyarî û axaftinên xelkê deverê dibêjin, ku roja borî çar otomobîl barkiri ji kel û belên xwarinê ber bi Şingal ve dihatin, lê çekdareên DAÎŞê ne hêlabûn bên û sedema wê jî gotin ji ber awariyên Til Efer yên hatine Şingalê”.

Wekî di, evro grûpek rêkirawên Tirkiyê serdana Şingal kir ji ber avakirine çadirgehekê ji awariyên Til Efer re li der û berên Şingal.

êzîdîPress, 22.06.2014
© Hassan Omar / Weşangerê ÊzîdîPress li Şingal