Nivîskar: Yilmaz Algîn bo ÊzîdîPress – Kurmancî
Şivan Perwer vîdeoyek nîv seat dirêj weşandiye. Navê vîdeo: „Ji bo hîlekar, bêexlaq û nezanan“. Meriv guhdarî dike, behsa felsefê dike, dîn dike, dîrok dike, behsa Marks, Hegel, Öcalan, Barzanî, Îsa pêxember, Platon, Sokrates, Bûdha, Lûther û, û, û dike, gotinên wî diheren û tên, diheren û tên, tilîk û qelema xwe bilind dike û li hewa ba dike … paşê tu hemû guhdar dike û pê dihese armanca vê vîdeoyê çi ye – Êzîdî ne. Yanî hozanê 40 milion kurd „hîlekar, bêexlaq û nezan“ di nav nîv milion êzîdî de dît û dixwaze bavêje ser wan. Lê êrîşa wî şîfre kirî ye, ji bo ku ne wek li dîjî êzîdiyan were dîtin, lêbelê weke „rexneya pêşverû, zane, demokrat li dijî paşverûtî, faşîzm û neînsanî, û ne tenê bo êzîdiya, lê ji bo misilmanan û hemû dînan jî“. Li vira em ê vê dijminatî û kîna wî li dijî êzîdiyan ya şifrekirî hinekî dêşîfre bikin. Şivan di video de dibêje ku hemû dîn gerek ji bo rehmê kar bikin, ew dînê ku neke, qîmeta wê olê tune. Û dewam dibêje: „[…] nava êzîdiyên me de mesele (…)“. Ew bi zanebûn pêşî bi gelemperî, giştî diaxive, paşê êzîdî tenê wek mînak nîşan dide. Lê ew çarçoveya (konteksta) demkî û naverokî, ku tê vê vîdeoyê belav dike, nîşan dide ku sebeba vê vîdeoyê tenê êzîdî ne û ne tiştekî din e. Lê ji bo ev yek xûya nebe, gerekî mînaka êzîdiyan têxe çarçoveyek berfirehtir û giştî nîşan bide, loma jî gerekî pê re bêje: “Ez KURDÊN MISILMAN JÎ rexne dikim”.
Baş e, em bêjin, eger ew bixwaze behsa êzîdiyan bike, bila bike, azadiya nêrîn û fikir e. Lê eger wisa be, dibe ku ew fikir û ramanên wî werin rexne kirin, ne tenê fikrên wî yên ku vekirî dibêje, herwiha yên veşartî, şifrekirî – kîn û nefreta veşartî li dijî êzîdyan. Ji ber ku di rastiyê de, rexneye wî “ya giştî, ne tenê ji bo êzîdiyan” tenê bi boneya rexnekirina êzîdiyan çêbû. Dijîtiya hemberî êzîdiyan li vira jî di vê yekê de ye, ku eger merî bixwaze kêmasiyên komekî rexne bike tevîku kêmasiyên wisa bi awayekî xirabtir ti komên din de jî hebin le vana rexne neke yan jî bike tenê jibo rexneya meriv ne yekalî xuya bike, wî çaxî sebeba rexne ne naveroka rexne ye lêbelê dijîtiya hemberî wê komê ye.
Şivan çi dibêje?
Dibêje ku hemû dîn gerek ji bo rehme kar bikin, ew dînê ku neke, qîmeta wê olê tune, u dewam dibêje: „[…] nava êzîdiyên me de mesele (…)“. Bi zanebûn pêşin bi gelemperî, giştî diaxive, paşê êzîdî tenê wek mînak nîşan dide, lê ew çaçoveya (konteksta) demkî û naverokî, ku tê de behsa êzîdiyan dike, nîşan dide ku sebeba vê vîdeoyê ne rexneyek giştî ye, sebeb tenê êzîdî ne û ne tiştekî din e. Ew dizane eger ew vîdeoyek tenê li ser rexnekirina êzîdiyan çêke, wê pirsan jê bikirana.
Şivan li ser êzîdiya dibêje: “Bîr nekin ku Laliş li axa Kurdistanê ye, Şêx Adî li axa Kurdistanê ye, Şêx Şerfedîn li axa Kurdistanê ye … hûn ji bîr dikin vêya! Û kengê jî Mîrê wan, Babaşêxê wan xwestin ji dibên em ne kurdin, em êzdîne“. Li vira Şivanê “pêşverû, dunya geriyayî, felsefe-xwendî, perwerdekirî”, weke ew di vîdeo de behsa xwe dike, li cem wî nasyonalîzma bêtolerans xûya dibe, ya ku ji bona gelek miletan bûyê cavkaniya faşîzmê, wek nimûne nazîyên almanyayê yan nijadperestên tirk. Wateya vê gotinê ev ê: Ev erd Kurdistan e, kî li ser bû, kî li ser be ew kurd e, yê ku vê qebûl neke ew şaş e, ji bîr dike vî tîştî. Dixwaze ku Êzîdî bêjin “Em Kurd in, zimanê me kurdî ye, welatê me Kurdistan e, em vêya ji bîr nakin”, û nebêjin “Em ne kurdin, ne erebin, em êzîdî ne, em ne Kurdistanî ne, em Êzîdxanî ne, zimanê me ne Kurdî ye, zimanê me Kurdmancî/Êzdîkî ye”. Lê eger vî tiştî bêjin, wî çaxî ew ji bîr dikin ku “Şerfedîn, Şêxadî, Laliş li Kurdistanê ye”. Ev fikir di hestên nijadperestên kurd de kîna li dijî êzîdiyan çêdike û gelek caran bûyê sebebê kiryarên kirêt. Mêze kin, gelek kurd çi ji Nadia Mûrad re gotine. Tenê ji ber ku nabêje “ez kurd im” di tora medya de jê re tê gotin “tu qahpe ye”, “tu jina erebe”, “tiştê DAÎŞ bi te kiriye baş e û hîndik bû jî”. Raporek UNO ya sala 2009 behs dike çawa asayîşên herêma Kurdistanê 2 çalakvanên êzîdî îşkence kirin tenê ji ber ku negotin “em kurd in”. Netew, êtnîk, netewdewlet ji aliyê mirovan ve hatine avakirin, konseptên muhendizî ne, hemû netew/êtnîkên diyayê. Ev nêrîn di ilmê teôrîya nasiyonalîzm û êtnologiyê te li dinyayê di nav ilmdaran, profesoran serdest e, berhemên ilmdarên herî mezin li dinyayê, wek nimûne Fredric Barth, Benedict Anderson, Eric Hobsbawm, Anthony Smith behsa vê li ser astekî zanyariya bilind lêkolîn dikin. Qey Kurdistan tim û tenê cihê kurdan bû? Ka milet û zimanê akadî? Zimanê wan dûrî kurdî bû, kevir û nexşên wan ji bin erdê Kurdistanê derdikevin. Ew der ne welatê aşûriyan, suryaniyan bû jî? Vira ne ew cihe ku em berfirehî behsa Akkadiyan, Hurriyan, Sumeriya, Mitanî, Med û Mesopotamia şirove bikin, tenê ev rastî: Netewa temîz, xwîna temîz, netewdewleta temîz, zimanê temîz tune, ev tenê encamên îdeolojiya nasiyonalîzmê ne, îdeolojiek, gava neyê sivîl kirin bi felsefeya pêşketî (kîjan di zimanê Şivan te xuya nake), dibe cavkaniya faşîzm. Ev faşîzma nasoynalîzm e ku dibe sedema bindestkirina, zulma liser hindekahî, nasnameyên olî û êtnîkî, hewla tunekirina wan e; li dijî pirregî, plûralîsma civakê ye, wekhevkirina bi darê zorê ye, asîmîlekirina nasnameya wan e. Şivan bi rûyekî ku tu dibêjî qey vedireşe dibêje “mîrên wan, babaşêxên wan dibên em ne kurd in, em êzîdî ne.”
Li vêderê êrîşî oldarên êzîdîya yên şexsî, Mîr û Babaşêx, dike, û berovajî vê yekê, ti rexneya xwe “ji bo hemû kurdan re” oldarekî kurda bi şexsî rexne nake. Balkêşe ku vê yekê dike tevîku rastî ev e: Mîr Hazem (û bavê wî Tehsîn) û Babaşêx tim dibêjim “Em kurd in”, hukumeta Kurdistanê çi ji wan dixwaze ew dikin, ji ber vê jî piranî êzîdî ji wan nefret dikin û vê yekê tînin ziman jî wek çawa Şivan di vîdeoya xwe de behs dike: “Belam her olek divê wezîfa xwe ya rastî bike, ne xelkê bixapîne. Nava êzîdiye me de mesele, dibêjin em kurdê resenî ne, em kurdê heqîqî ne […] em wan didin ser serê xwe.” Li vira ev pirs tê pêşiya mirov: Ger ev Mîr Hazem û Babaşêx tim digotin ku ew kurd in, pirsgirêka Şivan bi wan re çi ye? Em ê li jêr werin ser bersiva vê pirsê. Li aliyê din gelek meleyên kurd hene ku di mizgeftan de digotin ku êzîdî kafir in, kuştina wan helal e. Gelek kurd nanê destê êzîdiya naxwin, destkujiya wan heram dibînin. Lê di 45 salên hunermediya xwe de rojekî dijî wan kesan tiştek negot. Ew kesên ku cihê Şivan jê hatiye û lê mezin bûye nas dikin, dizanin ku li wê civakê kîna li dîjî êzîdiyan berbelave, ew kesê ji wê derê be û bêje “min tu caran gotinek kîndar dijî êzîdiya nedît”, bi ihntîmala herî mezin derewa dike. Wekî din jî naye hesabê Şivan, gava Mîrekî bêje (rast be yan na ew meselek din e) “ez ne kurd im”. Li vira merî tenê dikarî bigota: çi karê te weke ne êzîdî bi êzîdiyêk heye ku behsa nasnameya xwe bike? Kesê ku civaka êzîdî baş nas dike, zane ku, eger em hemû êzîdiyên cihanê binêrin, piranî êzîdî xwe kurd nabînin û ji ferzkirina nasnameya kurdî aciz in, û ew ne tenê şêxek e yan mîrek e, ew êzîdiyên “normal in”, tevî ku di nav êzîdiyan de fraksyona “kurdên êzidî” jî heye, kîjan jî wek Şivan ji vê yekê ne razî bin, lê rastî ev e.
Şivan berdewan gotina “em ne kurdin, em êzdîne” rexne dike û dibêje: “Ê baş e, Kurdên musulmanin jî bila bêjin em ne kurdin em misilmanin? Yê elewî bila bêjin em elewî ne? (…) Ger her yek bi vî alî here wê halê me çawa be gelo?“ Yanî azadiya êzîdiyan ji bo nasnameya xwe bijîn tuneye, êzîdî gerek binêrin ka ewil xwestina wan li gorî xwestina kurda ne yan na, ji bo siyaseta wan ya netewî li hev tê yan na, û eger na, gerekî nasnameya xwe biguherînin. Ev dîsa bêtolerasa nasiyonalîst e. Dişibe nasyonalîstên tirk, gava dibêjin “Heger em heqê perwerde kirina zimanê kurdî bidin, wê yên din jî werin wê vî heqî bixwazin, wê halê me çawa be?”. Anku heman arguman gelek caran ji tirkan hatiye bihîstin.
Ew berdewam dike û dibêje: „We [ji babaşêx û mîrê êzîdiyan re dibêje] hîşt kurdê êzîdî ber fermana û şerpeza kevin. Û SERÊ KURDÊ MISILMAN JÎ KELEREX KIRINE KU ÊRÎŞÎ BIRAYÊ XWE kirine gelek carî“. Li vê hevoka wî ya kurt de sê tiştên ecêb hene: 1) Mîrên nifşên kevn, yên berî Hazim û Tehsin Beg gelek ji wan ji aliyê kurdan ve hatin kuştin, dîroka wan Mîrên êzîdiyan tijî qehremaniya xweparastinê ye û bûne sembolên nasnameya êzîdîyan. Lê li gorî Şivan ew sûcdar bûn ku kurdan êrîşî êzîdiyan kirin. 2) Mîr û Babaşêxê îroyîn ku Şivan êrîşî wan dike bi temamî di bin xizmeta nasyonalîzma kurdî ya PDKê de ne, tu caran negotina “em ne kurd in”, berê û piştî 2014 jî, gava revîna pêşmergên wan bûne sebebê fermana 2014; êzîdî dibînin ku ev siyaseta kurdî/kurdistanî ya PDK ku li ser wan hatiye ferzkirin wan bê çek û bê parastin hişt, lê Mîr û Babaşêx heta îro jî destxweşiyê li wê siyasetê dikin. Xizmetek wiha ji bo kurdan, ku encama vê jenosîdek bû, icar çawa dibê “kelerexkirina kurdan” ji bo ku êrîşî êzîdiyan bikin? 3) Fermanên dijî êzîdiyan piranî bi destên kurdan hatiyê pêkanîn, meleyên kurdan fetwayê kuştina êzîdiyan derdixistin, sebeba wê doktrînek dînî (selefîsm) bû, lê li gorî Şivan Mîr û Babaşêx serên kurdan kelerex kirin ku êrîşi birayê xwe bikin. Yanî gava ku kurd êzîdîyên kafir dikuştin, wan re digotin kafir, jinên wan direvandin, wan bi zorê kirin misilman, melên kurdan fetwayên fermana êzîdyan derdixistin – ew sûcê Mîra û Babaşêxan bû.
Kurdan Mîr Elî Beg kuşt, ew sembola nasnameya êzîdiya ye, êzîdî wî di stranên xwe de tînin bîra xwe, lê kurd wî bibîr naynin. Mîrên kurdan Bedirxan Beg û Mîrê Kor ji bo Kurdan sembolên netewî ne, kurdan wan bi stranan tînin bîra xwe; lê ne ji bo êzîdiyan, wan ji DAIŞ bêtir êzîdiyan qetil kirin û jinên wan revandin. Bedirxan Beg jinek jî mala Mîrên êzîdiyan revand û kir koleyê xwe, ev yek kiriyarên DAIŞ tîne bîra mirov (DAIŞ jî wan kirinên kurdan tînin bîra êzîdiyan). Şivan jî bi strana “Ez Xelef im” pesnê Êzdîn Şêr Beg biraziyê Bedirxan Beg dide. Memûrê brîtanî Holmes dinivîse ku Êzdîn Şêr Beg carnan bi destê xwe 25-30 êzîdî ji ber kîna dînî dikuşt, wî pere pêşniyarî wî kesî dikir kî jê re êzîdiyêk bîne daku serê wî jê bike ji ber ku wî êzîdiyan wek kafir didît.
Şivan berdewan dibêje: “Di îslamê dibêje ew kesê îslamê berde, xwîna wî helal e, gerekî bê kuştin. Êzîdî jî dibêje kesê êzdayetî berde, xwîna wan qirêje, êdî nikarin bibin êzîdî. […] Keçek kurda êzîdî ji kurdekî musulman hez dike, dibêjin qetla wê helale, dikujin bi kevira, ev ne faşîzme ya? Faşîzm e […] Ne însan in!”. Şivan behsa keça êzîdî bi navê Dûa dike ku di sala 2007 bi awaykî hov bi keviran hatiye kuştin. Lê ne kuştin, ne jî kuştina bi kevira di doktrîna êzdiyatî de heye, berovajî vê yeke di doktrînekê îslamê de kuştina bi kevira ji bo zina heye û gelek carî ev ceza hatiye dayîn jî. Di doktrîna êzîdiyatîyê de zewaca hundurîn heye, anku êzîdî bi kesên ne êzîdî re nazewicin, ew kesê ku bizewice, ji êzdîyatî derdikeve û kesên ne ji dê û bavê êzîdî be, nikare bibe êzîdî. Heta vira raste. Mirov dikare vê yekê wek tengasî bibîne, azadî sînordar dike, ev rast e. Lê sebêbên vê qanûnê çi ne. Li gorî axaftina Şivan sebeb faşîzm û paşverûtî ye. Lê rast e ev? Em li vî meselî kûrtir binêrin. Haya Şivan ji qanûna şerieta îslamî heye gerek hebe. Êzîdî bi sedsalan li derdora desthilata şerieta îslamî dijîtin. Heta ku Kemal Atatirk bi darê zorê şeriet qedexe kir û medreseyên kurdan bi darê zorê da girtin. Him mezheba şafî him jî ya henefî dibêje ku nabe keceke misilman bi yekî ne misilman re bizewice, mêrê musilman dikare tenê bi yên ne misilman re bizewice, lê zarokên wan otomatîk dibin misilman. Kesên misilman nikarin ji îslamê derkevin, yên ne misilman divê bibin misilman. Ev şerîet hema bêje di hemû dewletên misilmana de îro jî qanûn. Êzîdî û hemû kêmolên din çawa dikarîbûn û dikarin nav vê faşîzma dînî de hebûna xwe biparêzin? Belê tenê bi zewacê hundirîn. Tu qîzek bide misilman, ew ji êzdîtî derket; tu nikare qîzeke misilman bîne; tu nikare kesên misilman ji îslamê derxe. Eger tu van tiştan bike, wê agir ser te bibare. Lê Şivan wê îslamê reform bike? Ewê mezheba şafî yan henefî ji holê rake? Ewê kurdan ji ummeta îslamê veqetîne? Kenê meriya tê bi nezaniya Şivan. Êzîdî ne ji ber ku xwe û dînê xwe jî yên din rastir dibînin wisa dikin, ne ji ber ku xwîna xwe paqij û yên ne êzîdî gemarî dibînin. Ew ji bo parastina hebûna xwe dikin. Lê meselya îslamê çawa ye? Ji bo parastina hebûna xwe yan ji bo tunekirina dînên din û firehkirina xwe wan qanûnên xwe danîne?
Di nav makezagona ku Herêma Kurdistan ji bo pêşeroja xwe çêkribû şeriet wek bingeha çêkrina qanûnan danîne. Anketên li Kurdistanê tên kirin diyar dikin ku piranî kurd jibo şeriet di makezagonê de dibêjin erê. Kuştina Dua bi keviran jî di atmosfêrek dijîtiya dînî li hemberî êzîdiya de rûda, du meh berî vê buyerê meleyek kurd kurdan tuj kir, ew ji mizgeftê derdiketin û avahiyên êzîdiyan dan ber agir, di nav de xaniyê Mîr Tehsîn Beg. Ji bo kuştina Duaye, misilmanan li Mûsilê otobosek sekinandin, êzîdî nav wan bijartibûn û dan ber guleyan wek ceza ji bo êzîdiyan çima wan keçek ku xwest bibe misilman kuşt. Kuştina wê binpêkirina mafên mirovan bû, kirêt bû. Qedexekirina zewacê astengkirina azadiyê ye. Lê Şivan fam nake ku gelek tişt girêdayî hevin: zewaca bi misilmanan re dibe sebeba tunebûna êzîdiyan, îslamîzekirina êzîdiyan. Şivan van gotinên xwe jî di demekî de dike, di kîjan de bi hezara kec jinen ezidi di desten misilmanen terorîst de ne. Heta îro wî ti gotinek li ser wan negotiye.
Şivan dîsa piştî behsa felsefe, dîn, Öcalan, Barzanî, siyaset û dîrok dîsa vedigere ser êzîdiyan û dibêje: “Biraderekî me […], kurdekî êzîdî ye, camêr kurdperwer e, kurdistanî ye, kurê wî jî kecekî kurda misilman hezkiriye, bav re gotiye ma ez kurd im ew kurd e, em herdu kurd in, bo çi em nikarin hev re bizewicin. Bav jî fikiryê heger rast em kurd bin, em kurdistanî bin, heqê wan heye, temam kurê min, başe. […] Camêr [anku Osman Güden] baş gotiye, baş kiriye; kekê Osman, Osman Güden […] destên wî xweş, esas êzîdiyê baş û kurdê baş wisa ne […] êzîdiyê baş kurdistanî ne […] Êzîdîxanî wisa ye”. Piştî şîroveyên li jor ev ne ecêb e: êzîdiyên ne kurdistanî bin ne baş in; êzîdiyên ku nexwezin bi kurdan re bizewicin, ew êzîdiyên ne baş in, ne êzdîxanî ne. Bi kurtî: Êzîdiyê nebêje “ez kurd im, kurdistanî me, ew êzîdiyêkî ne baş e”. Faşîzma nasioynalîst.
Osman Güden komelek çêkirye û serokê wê komelê ‚Mala Ezdai Kalkar‘ e. Osman Güden û “Mala Êzdayî Kalkar” girêdayî PDKê ne, konferansên PDK di wê malê tevî alayên partî çêdikir. “Mala Êzdayî Kalkar” endamek bû di rêxistina sîwan bi navê Zentralrat der Êzîdan, bi dehan Malên êzîdyan endamê wê ne û nûnertiya êzîdiyan Almanya dike. Osman Güden û komela sala 2019 ji wê malê hat avêtin ji ber tevgerîna xwe. Pirsgirêkên Osman Güden bi êzîdiyan re bi giştî du ne: 1) Êzîdiyên ku bêjin ku êzîdî ne kurd in 2) Êzîdiyên ku ne bi Mesût Barzanî, PDK û Pêşmerge re ne. Ji ber vê jî ew bi ti awayî êzîdiyan temsîl nake. Pir hindik êzîdî, qasî destek û herdem heman kes diçin Mala Êzdaî Kalkar. Güden kurê xwe ne gorî hed û sedê êzdîtî zewicand û Şivan li daweta wan axaftinek li dijî qeydên zewaca êzîdya kir. Pirsgirêka êzîdiya li vira ne zewaca kurê wî bû – êzîdiyên din jî hene bi ne êzîdî re zewicî ne bêyî ku êzîdî êrîşî wan bikin -, pirsgirêk dîsa wek berê çalakvaniya wî ya siyasî ye, ew dixwaze êzîdî bibn kurd, kurdistanî, PDKyî û bi kurdan re bizewicin.
Û li vira bingeha vê vîdeoya Şivan temamî tê ber çavan. Mîr û Babaşêx in ku herdem dibêjin “Em kurd in”? Helbet na, pirsgerêka wî tenê dimîne zewac e. Û ew pirsa qeydên zewacê bi wan re girê dide, ji ber ku ew mezinên dînê êzîdîtî ne. Şivan di zemanê pirsgirêka wî bi êzîdiyan re hebû ji ber strana “kirîvê”, belkî ev yek bandor li wî kir û heta roja îro hewcetiya tolhildanek di hundurê wî de maye. Di xwepêşandanek ê de piştî roja daweta kurê Osman Şivan di mîkrofonê de dest bi rexneyan li “Babaşêx û Mîran” kir, mebestan wî dîsa êzîdî bûn, piştî gotina “Babaşêx û Mîr” – li gorî mantiqa ku li jor hatiye gotin – hindek gotinên din jî pêve kirin ji bo wisa xuya neke ku ew tenê jî êzîdiyan re dibêje. Şivan ketiye halekî ku êzîdî jê re bûne derdek, belkî bêyî ku wî xwestibe, bêhemdî. Meriv tenê dixwaze jê re bêje: Xwedê û Şifayê bi te.
Û ya dawî jî divê bê gotin, eger êzîdiyek bêje “ez kurdim”, “ez berî her tiştî kurdim, paşê êzîdî”, wê gavê Şivan derbarê wan de rast dibêje, hemû gotinên wî di cih de ne. Ma miletek ku kesên wan bi hev re nezewicin dibin miletek? Helbet na. Ji van “kurdên êzîdî” re durust e ew di bin stranên Şivan Perwer de ku têde pesnê kesên ku serê êzîdiyan jêkirine û jinên wan revandine dike bireqisin. Ji wan re duruste gava faşîstên kurd kesên êzîdî îşkence bikin tenê jiber ku nabêjin “em kurd in”. Ji wan re duruste gava kurd ji Nadia Mûrad re bêjin “tu qahpe ye”, tenê ji ber ku ew nabêje “ez kurd im”. Eger ew “kurdên êzîdî be”, wê heqê Şivan hebe wan rexne bike, ji ber ku ew hunermendê herî bi bandor di dîroka kurdan de ye û kurd kurd in, dînê wî çi be bila be.