Mezargeha Şerfedîn
Mezargeha Şerfedîn

Şingal. Li gor nûçeyeke di malpera fermî ya nûçegeha PDK de, biryar hat dayîn ku li Mezargeha Şerfedîn li çiyayê Şingalê “peykera berxwedana” Pêşmerge dike ava bibe.

Fermandarê Pêşmerge û endamê PDKê Qasim Şeşo di kdp.info de ragihand ku piştî serokwezîrê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî serdana Çiyayê Şingalê û mezargeha Şerfedîn kir biryar dane ku peykerê berxwedanê li wir tê çêkirin. Ji bilî wê jî dixwain bexçeyek li wir çêkin û merzargeh nûjen bikin.

Qasim Şeşo herwiha derbarê PKK li Şingalê got: “Piştî azadkirian Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bi serperiştiya Serok Barzanî, heta niha çekdarên PKKê ew avahî radestî aliyên pêwendîdar nekiriye. Ew çekdar jî dizanin ku Serok Barzanî ferman daye me ku em şerê birakujiyê nekin, lewma ew dernakevin, bi baweriya min eger ew li ser wê yekê bimînin dê dawiya wê nexweşî be di navbera me de.” Qasim Şeşo bi vî awayî dixwaze bide famkirin ku eger Barzanî birakujiyê qedexe nekiriba, dê PKK ji ber tirsa ji wan ji Şingalê derketiba.

Wek tê zanîn, bi hatina Dewleta Îslamî di tebaxa 2014 de, hêzên Pêşmerge ji Şingalê vekişiya bûn û bi vî awayî rê ji bo jênosîd kirina êzîdiyan vekirin. Bi hezaran êzîdî hatin kuştin, bi hezaran keç û jin hatin girtin û heta niha wek „carîye“ tên tecawiz kirin. Hêzên PKK rojên piştî 03.08.2014 dorpêça çiyayê Şingalê ji aliyê Dewleta Îslamî şkênandin û korîdorek vekirin ji bo rizgarkirina bi hezaran êzîdî.