Kazexa ku hatiye weşandin tev îmzê dadger
Kaxeza ku hatiye weşandin tev îmzê dadger

Başiqa (Başûrê Kurdistan) – Hefteya berê qîzek Êzîdî bi emrê 13salî bi navê Xema Îsmaîl Elî ji bajarê Başiqa hat revandin. Anegorî agahdarên dîtaran, piştî dawiya dibistanê, ew qîz ji aliyê kurdek Goran ku wek Peşmerga li Başiqa kar dikê, hat revandin.

Dêbavê Xema asayîşên Başiqa bi bûyerê haydar û li dadgeha ciz gilî kirin. Dadgerê herêmê, Tariq Hazim Mihamed, jî bang li wî Kurdê Goran kir û bi wî re li ser mesela revandinê axifî. Revan ji dadger digot, ku ew qîz bê zore bi wî re hat û ew wê ne revandiye. Paşê hinek rojan, li înternetê nivîsek hat belavkirin, ku digotin ji destê Xema bi xwe hatiye nivîsandin. Ew kaxez jî ji merivê revan ve hat weşandin.

Di wê kaxezê, ku tê gotin ji destê Xema ye, wê nivîsiye: Ez ne hatima revandin, ez bi serê xwe çûme û min dînê Îslam qebûl kiriye, naxwazim li aliyê xwe û Êzdiyatiyê vegerim. Navê xwe jî guhert navekî îslamî: Heciye. Ew kaxez bi şanenavê xwe bidawî kir. Lê tiştê herî ecêb eve, heger ew nivîs ci rast bê an na, ku dadgerê herêmê Tariq Hazim Mihamed wê kaxezê bi îmza xwe testîq kiriye. Yanî xema wî ne eve, ku ew qîz hê 13salî ye. Di şiroveyên bin kaxeza ku hatiye weşandin, mirovê revan pesnê wî didin û dibêjin, ku wi “Karê Xwedê” kiriye. Malbat jî sipasiya xwe vegerînê û dibêjê: “Em her tişt bi navê Allah dikin”. Li paşerojê jî revanên qîz û jinên Êzîdî di nav civaka xwe wek gernas hatin peyadayîn.

Sîmon Dawid
Sîmon Dawid

Li sala bihuri, roja 9ê Çile 2013, qîza Êzîdî Simûn Dewid ku 11salî ye, herwiha ji aliyê Kurdek Goran hatibû revandin. Ciqas Êzîdî ji bêzara xwe nîşandan û cend daxwazan ji hikûmeta Kurdistanê kirin, heya îro di destê revanên xwe de ye. Li danzanîna meqama Siwêsrê derbarê peneberî hat nivîsandin, ku meqamên herêma Kurdistanê û Îraq di bûyerê weke jor hat darî kirin, bêtir biryarên we gorî daxwazên eşîrên mezin dikin û haya wan ji mafên kêmjimara tine. Amnestî Înternational jî li rapora xwe derbarê revandina qîz û jinên Êzîdî nivîsê, ku “Jin û qîzên Êzîdî wek bêxwedî tên hesibandin an jî dixwazin wan ji “dînê nerast” derdixin”.

êzîdîPress, 29.05.2014