Terorîstên DAÎŞ cend kesan direve
Terorîstên DAÎŞ cend kesan direve

Şingal (ÊzîdîPress) – Îro hêzên dewleta îslamî li îraq û şamê “DAÎŞ”, 12 kes ji xelkê Şingale awên. DAÎŞ li roja 12-6-2014 desta ser kiribûn di gel çend kesên dîtir.

Yek ji wan 12 kesên zivirîne, daxwaz kir go navê wî dîyar neken ji ber rewşa amnî, got: “Em 48 kes deste ser kiribûn ji aliyên hêzê DAÎŞ ve li roja 12î vê heyvê û em derbasî dewleta Sûrî kirin û li devere hulê em zindanî kiribûn wekî wan di gotine me û li vir 7 kes ji wanên bi mere DAÎŞ kuştin”

Her weha dîyar kir ji me re, çawe ew hatin azadkirin û bi çi rêkê û got: “Hêzên wan em ji surîyê anîne îraqê devere be’ac û li wir dadgeheka şerîata îslamî hebû û hukmê wan li ser me tobekirin, bo em careke dî kar neken li gel hêzên leşkerî yên hikumeta îraqê”. Her weha dîyar kir go: “ji wan her 12 kesa em 2 bi tenê êzidî bûn, 4 kes misilmanên kurd bûn û 6ên din ereb bûn”

Wek tê zanîn roja 12ê hezîranê hêzên DAÎŞ newçe veda bûn li pêşîya polîsên sinor yê dewleta Îraqê û şerkî mezin di nav bere wan de çê bû û gelk kuştî û birîndar jî hebûn û kesên dîl û behra bêtir êzidî ne, ji xelkê Şingalin.

êzîdîPress, 19.06.2014
Hassan Omar – Şingal