Ahmed Al-Çelebî (wêne: Mûrad Heskanî)
Ahmed Al-Çelebî (wêne: Mûrad Heskanî)

Şingal (ÊzîdîPress) – Îro nîvro Ahmed Al-çelebî, serokê partiya kongreya niştîmanî ya îraqî, di gel şandekî dî, serdana Şingal kir û li pêşwazîya wide qayim meqamê qeza Şingal û fermandarê hêzên Pêşmerga ber pirsê leqa 17ê yê partî dîmokratî Kurdistan û çend berpirsên îdarî li Şingal.

Her weha li baregaîyê leqa 17ê civiyan û Çelebî qot, ev serdana me ji ber rewşa awariyên li deverê û em sipasiya xelkê Çingalê dikin û Pêşmerge û asaîşa deverê, ji ber piştevanîya wan û parastina wan  welatiya, em nizanin li derbarê vê çendê de bêjin ji ber me çi got ya kêma.

Ji alîkî dî ve, Çelebî daxwaz ji awariyên Turkman li Şingal kir û got bi çi şêwe yekî çê nabê û em qebûl nakin hun ji Şingal ber bi Tel Efer ve çin û hêriş bikin ser çekdarên Dewleta îslamî li îraq û şamê, ji ber ew karê wê devere şingal êxête metirsîyeka mezine û wê bê mebeste hêrişkirna çekdaran li ser deverê.

Her wiha hate diyar kirin, go Çelebî li roja 21ê heyvê serdana Hewlêr kiribû û di gel serokê Herêma Kurdistanê civîya bû û babetên kombûna wan rewşa Îraqê ya ewlehî û siyasî bû.

êzîdîPress, 22.06.2014
© Hassan Omar / Weşangerê ÊzîdîPress li Şingal