Daxuyanîya nivîskî a Civata Ruhanî

Laliş. Civata Ruhanî a Êzîdiyan îdiyayên PDK ku Bavê Şêx ji PKK û YPG derketina wan ji Şingalê xwest derewand. Li gor malpera lapera.net ku girêdayî PDK ye serokê ruhanî ê êzîdiyan Bavê Şêx gotiye ku divê PKK û YPG ji Şingalê derkevin.

Civata Ruhanî van îdiyayan red kir û dixwaze gavên dadî biavêje eger bi berdewamî di şerê siyasî de li ser navên wan derewan bên belavkirin. Berî çend mehan jî malpera Basnews ku nêzîkî PDK ye hevpeyvînek bi Bavê Şêx re weşand ku Civata Ruhanî dûre derewandibû. Civanta Ruhanî bi gelemperî xwe tevlî pirsgirêkên siyasî nake.

Van demên dawî mediyayên nêzî PDKê derbarê Şingalê bi awayekî tund êrîşî PKK dikin. PDK dixwaze ku PKK ji Şingalê derbikeve. Hêzên YBŞ û YJÊ ku bi ser PKKê ne dixwazin ku hemû partiyên kurdistanî di rizgarkirina Şingalê de yekîtiyek ava bikin.

Gava di 03.08.2014 Dewleta Îslamî ketibû nav Şingalê, heta 12.000 pêşmergên bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû. Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin, bi hezaran mêrên êzîdî bi awayên pir hovane hatin qetil kirin. Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, kurên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.