Êzîdiyên li ser çiyayên Şingalê
Êzîdiyên li ser çiyayên Şingalê

.
Şingal. Ev çend heftene bêtirî 9.500 sivîl li çiyayê Şingalê dimînin. Zivistan nêzîke û rewşa wan xirabtir dike. Tekoşerê êzîdî Bavê Nayif banga alikariyê ji bo wan kir.

Berî çend rojan leşkeriya iraqî alîkarî ji hewa avêtin ser çiyê. Gelek ji wan pakêtan ketine nav cihên wiha, ku destê kesî nagihêje. Bavê Nayif dibêje: “Em gelek kêfxweşin ku ew dixwazin alîkariya me bikin, lê balafiran wan pakêtan avêtin cihên şaş, destê me nagihêje.”

Zarokên Êzîdî li çiyayê Şingalê
Zarokên Êzîdî li çiyayê Şingalê

Wiha jî rewşa firarên serê çiyayê Şingalê her ku diçe dijwartir dibe. Kincên germ û derman tunene. Piraniya sivîl jî jin û zarokin, gelek ji wan ji ber sermê nexweş ketin. Hemû rê ku derbasî çiyê dibin ji aliyê terorîstên îslamî hatin girtin. Heta niha zincîra dorpêcê ya Dewleta Neteweyên nehatiye şikênandin, tevî ku heta niha gelek caran Pêşmerge dide diyarkirin ku êrîş nêzîke. Neteweyên Yekbûyî îro beyanek weşandin û bal kişand ser zivistana tê ya gelekî dijwar ji bo miliyonên firaran li Iraq û Suriyê.

“Gav bi gav sartir dibe, em diqefilin. Jin, zarok û pitik herî bêtir zor-zehmetiyê dikşînin, kincên germ û petanî têrê nakin ku em xwe ji sermê biparêzin. Çadirên me jî me naparêzin, alîkarî ji me re pêwiste. Wek niha be wê gelek kes zivistanê derbas nakin”, Bavê Nayif berdewam dike. Gelek caran ba û bahoz cadiran bi xwe re dibin. Kurê wî Nayif berî heftakê di şer de jiyana xwe ji dest da.

Ew komên alîkarî bi helîkopteran tê şandin hemu têrê nakin, ji ber ku tevî alîkariya mirovî herwiha ew çek û fîşek dibin ji hêzên parastinê. Şervanên êzîdî gelek caran hişiyarî didn ser rewşa xwe. Gorî wan divê bêtir ji hikumetan bê xwestin ji bo ku ne car caran, lê bi ciddî alîkarî were kirin.

ÊzîdîPress, 12.11.2014