Said Xwedêda Qasim
Said Xwedêda Qasim

Şingal. Îro sibehê li Şingalê ciwanek êzîdî ji aliyê Pêşmerge bi gulleyan hat qetilkirin. Ciwanê êzîdî bi navê Said Xwedêda Qasim li gundê Pirkasim ya nêzîkî Xanasorê bi sê erebeyan tevî hevalên xwe dixwastin kevirên bêxwedî kom bikin, ji bo ku xaniyên xwe yê hilweşiyayî dîsa ava bikin.

Li wê derê Pêşmergeyên Rojava gulle berdan wan, piştî wan kesên êzîdî barê xwe hildabûn û dixwastin bi rê kevin. Li gorî agahiyên ji malbata Said Xwedêda gelek gulle di sînga wî re çûne û ji ber vê jiyana xwe ji dest da. Kesên bi wî re jî birîndar bûne.

Gundê Pirkasim niha vala ye, niştecihên wî gundî bi piranî misilmanên ereb ji eşîra Cahêş bûn, ku bi tevahî tevî Dewleta Islamî bûne.

Pêşmergeyên rojava ji aliyê PDK hatiye damezrandin, endamên wê Kurdên misilman ji Suriyê ne. Pêşmergeyên rojava li xalên kontrolkirinê navbera Rabîa û Şingalê hatin bicihkirin. Êzîdiyên ku niha çûn û hatina wan a Şingalê heye, ji aliyê Pêşmergeyên rojava tên bêhurmetkirin û tengavkirin.

Fermandarê wan Pêşmergeyên ku wî kesê êzîdî kuştin heta niha bersivek derbarê buyerê neda.

© ÊzîdîPress, 14ê Gulan 2016