Newaf Mîro
Newaf Mîro

Raste gellek ferman, dek û dolabên qirêj li serê êzdiya hatina gerandin û qewimîn e. Êzdî di bin nîrê zordariyê de her naliya ne û hêjî di nalin. Lê nayê wê wateyê berê qewimîn e, wê sibê jî neqewimin. Yan jî nayê wê wateyê ku tişên kambaxtir jî nînin. Têkçûn bi pûçkirina nirxên olî û civakî re destpê dike. Raste ku Şêx, Mîr û Pîrê êzdiya, saziyên di nava cîhanê de werin dîtin ne afirandine. Dibe kêmasiyên wan hebin, yan jî ne li gorî dem û dewranê bin. Lê kesek nikar bêje, dunavê êzdiya ne fedakarin. Nabe sekna resen û xas ya mîr û şêxên êzdiya înkar bike. Mîrê êzdiya di dîrokê de li dij xwînxurê weke Mîrê Kor, Bedreddîn Lolû û siltanê osmaniyan û yên weke wan sekinîne û bi jiyana xwe berdelê ol û nirxên xwe dane. Bi dehan êrîş hatine ser êzdiya, êzdiya kêm be jî, tifaqa xwe parastin e. Lewma jî Çiya yê Şengalê kela xwîniya bû. Her hemêza xwe ji bê stara re vekiriye. Şengalî bi mêrxasî û şervaniya xwe kelem û dirik bûn di çavê neyarê Ol û erkanê êzdiyatiyê de. Herkesê Şengalê û şengaliya nas dike vê rastiyê dizane. Ne tenê Şengalî welatê Xalta û Kela Ridwanê jî her kelemê çavê neyarê êzdiya de bû. Di serî de yê Bedirxanê Botî de. Şerê navêna Mîrzikê Zaza û Mîrê bota, û mêrxasê weke Yênganê Meyro hêjî di stranên dengbêjê êzdiya de tête dîtin. Keça bi navê Qeşema Gelho jî bi ber talana Bedirxaniya ketiye.

Çima ez vana dibêjim? Çendko „Daiş“ên berê ne ji yê niha qenctir bûn! Têgeha „daiş“ ne nû ye. Heta ev têgeha, bûye û dibe sedama kuştin, talan û li xwe mar kirina keçên êzdiya. Heta ev daişîtiya kurda bû, ya ku êzdî avêtin hemêza Saddam û Elewî jî avêtin ya Ataturk. Dibe hin kurd nû bi dîroka xwe rû be rû dibin, û divê bibin jî. Yên ji dîrokê rast nexwînin, wê nebin xwediyê siberoj û nêrîneke durust. Lê ji bo êzdiyekî ev ne tiştekî nû ye. Tevî ku êzdî jî hay jî dîroka xwe nînin. Lê divê mafê, olî û civakî, û yê netewî ji hev werin veqetandin. Nabe yek bibe qurbana yê din. Bêdadî bingehê ji têkçûnê re diafirîn e.
Mafê êzdiya ye, ku xwe ji nû, bi rêk û pêk bikin!

Mafê êzdiya ye, ji her berpirs û serkirdeyî hesab bi pirsin!
Mafê êzdiya ye, li xwîna Şengalê xwedî derkevin û dest têkin qirika tewanbarê vê karesatê!
Mafê êzdiya ye, hesab ji Mîr û Pîrên xwe, û wûsa jî ji hemû rêkxistinên kurd û kurdistanî jî bi pirse!

Lê ne ji mafê êzdiya ye, ol û dunavê xwe bê qedr û qîmet bike. Ne jî mafê êzdiya ye, tifaqa êzdiya bike qurbana berjewendiyê partîzanî! Hesabê partiyê kurd bi hev re heye, ev partî û serokin yên şerê brakujiyê kirine. Lewma nabe êzdî bibin bertal û mertala hin partiyan, li dij hin partiya. Ger hindik û kêm be jî, êzdiya heta vêgavê nirx dane ol û dunavê xwe û wûsa jî tifaqa xwe parastin e. Lê şerê nav partiyên kurd û partîzanî dikare pêşiya helandin û tunebûna êzdiya veke. Kî ji çi partiyê dibe bila bibe, tu partî ji bo êzdiya, ne ji nirx û ola wan pîroztirin. Nabe çi partî destdrêjiya nav ola êzdî û pêre jî civaka êzdî bikin. Ji alîkarî û parastinê em spasiya her hêz û rêkxistinê dikin, lê nabe xwe weke xwediyê êzdiya bidin nîşandan. Dibe wan, yan jî hineke din, weke Amerika, êzdî ji vê êrîşê parastibin, mala wan ava. Lê êzdiya dîrok û çanda kurd û kurdistanê bi giyanê xwe heta niha parastiye. Parastina êzdiya erka her hêzeke kurd û kurdisaniye. Ev nabe minet, û divê were kirin. Ez dizanim êzdiya her tiştê xwe ji bo partiyê kurd pêşkêş kirin û dikin. Ev jî nabe bibe minet. Fedakariya êzdiya ya ji bo Kurd û Kurdistanê û weke nirxek ji yên cîhanî divê bête dîtin û parastin. Helbet divê di serî de êzdî, li nirxên xwe yên olî û yên civakî bi parêzin û xwedî lê derkevin.

Bi hêviya tifaqê..
Newaf Mîro
12.10.2014
newafmiro@gmx.de