Logoya CRÊG

Tîflîs. Şêwirdariya Ruhaniya Êzîdiyan li Gurcistanê (ŞRÊG) di civîneke xwe de qirar da ku xebata xwe ya girêdayî Quba Siltan Êzîd li Tiflîsê rawestîne. Serokê ŞRÊG, Pîr Dîma, piş lêpirsîna me bo agahiyan got ku ew naxwaze di vê demê de ti şîrove derbarê vê de bide.

Derbarê rewşa karê ŞRÊG, endamê wê şêwirdariyê Norîk Mirzoev agahiyên berfirehtir da. Li gorî wî, sebeba rawestandinê, nelihevkirin bû di navbara endamen ŞRÊG û sponsorê sereke ya avahiya Mala Êzîdiyan tevî qubê, ew jî ji ber hewldanên xwetevlîkirin û astengkirina karê hundurîn ya Şêwirdariya Ruhanî, û bi vê yekê binpêkirina bingehên dînê êzîdîtîyê ku ziyaretê diguherîne xwerû dinyayî. Ji 10. Gulanê 2016 ve endamên ŞRÊG xizmeta xwe ya girêdayî Qubê radiwestînin û xwe ji bo pêşerojê ji her berpirsiyartiyê qut dikin.

ŞRÊG li dewleta Gurcistanê wek dezgehek qanûnî ya dewletê hatiyê qeydkirin. Herwiha ŞRÊG ji aliyê Şêwirdariya Ruhanî ya êzîdiyan li Lalişê wek nûnertiya li Gurcistanê hatiye qebûlkirin.

©ÊzîdîPress, 16.05.2016