dassLi van rojên heznî, ku gelê me dike şîna cangorîyên Şengalê û ketîye derdê bi dehan hezaran pêneberan û di tefekurîya bêtirî 100 hezar jin, zarok, kal û pîran da ne, yên ku vê gavê li çîyayê Şengalê ketine hesarê û nikarin derkevin, em naxwezin bi hevda bikevin, nakokîya bikin û di nava xwe da mêrxasan û xayînan li hev bibijêrin. Nêta me tune îro wan pirsan bilind bikin, ew karê pêşerojê ye. Û ji bo gelkujîya êzîdîyan dîrokê bi xwe gunegaran binirxîne, gelê me jî wê dada wana bike. Lê em nikarin bê deng jî bimînin li ser sîyaseta hinek berpirsyarên Herêma Kurdistanê ya bi taybetî li hindava Şengalê û bêqezîyabûna wê…

Duhu rawêjkar-serokê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya tevî têlêvîzyona CNN da gaznê xwe ji Amêrîkayê kir û got, eger ku berî niha Amêrîkayê alîkarîya sêrbazî bida Kurdistanê, wê gavê ev gelkujîya Şengalê çênedibû. Dêmek, usa dertê, ku ji bo bedbextî, kareset, komkujî, pêneberî, malwêranîya êzîdîyên şengalê her kes gunekare, xênî Herêma Kurdistanê, erê?

Kek Mesrûr, şerm tê dunebe em pirs bikin: gelo cenabê te serekvanîyê çi hêzê dike? Hêza bi taybet ya Asayîş? Gelo hêza Asayîş çi karîva mujûle? Xebata sêrbazîyê li Kurdistanê ne bi xwe ya we ye! Gelo we nikaribû wek Amêrîkayê çend dolar bida hinek erebên gundên der-dorên Şengalê û yek-dudu li wir xwera bikra sêrbaz? Ji ber ku qebîlên erebaye hama van gundan zûva têkîlî tevî DAÎŞ`ê saz kiribûn û çeteyên van hovan di malên xwe da xwedî dikin, nan û av dikin û di destpêka tebaxê da jî verêyî li ser gundên êzîdîyan kirin. Ne, axir, birêz Mesûd Barzanî bi xwe van dawîyan li ser vê yekê got û destnîşan kir, ku tu kesî bawer ne dikir, wekî qebîlên erebên gundên der-dorê Şengalê wê pişgirîya wehîşan bikin! Ji bo çi we bawer ne diki? Erebên li wan devara dostên kal û bavên me bûn? Dêmek, we îtbara xwe van ereban danî, lê ji êzîdîyan ne danî, ku we ew çekdar û bi hêz bikrana, wekî îro jî wana bikaribûya mal û milkên xwe, zar û neferên xwe biparstana?!

Lawê gelê meyî hêja Qasim Şaşo bi înîsîyatîva xwe desta xweparastinê ava kirîye û di roja yekemîn da li Merzelê Şerfedîn di nava berxwedanê dane. Bi xatira navê Xwedê bikî, kek Mesrûr, gelo çend pêşmerge di nava desta Qaşim Şaşo da îro hene?

Gelo ne dibû, hêza weye surrî sêrbazên xwe bavîtana nava desteyên DAÎŞ`ê? Ji bo çi we çavkanîyên YPG û HPG yên sêrbazîyê ji bo xwe bi kar nedanîn? Gerekê Amêrîkayê wera bigota, ku miqatî deverên xweye stratêjîk bibin? Ma Şengal ji bo Heremê devera stratêjîke yanê na? Dibek, hûn Şengalê axa Îraqê hesab dikin? Û pirsa sereke: ew gênêralê we yê bi navê Ezîz Weysî, ku fermandarê pêşmergên zêrîvan bû, ji bo çi bi lez ji Şengalê derket û rê ji ber çeteyên DAÎŞ`ê vekir? Ne, axir, rev şanê pêşmergan, ew jî kîjan yên zêrîvan nakeve! Dibek, Ezîz Weysî haj hinek gilyan hebû? Gelo we ew xayîn girtîye û wî lêpîrsyar dikin?

Kek Mesrûr, ji bo çi we di dema xwe da desteyên êzîdîyan yên xweparstinê amade nekir, kadrên leşkerî terbîyet-tore nekir, ku îro kalên êzîdîyan rabûne û gelê Şengalê dibarêzin? Gelo me ra şerm nîne, ku kalên bi rû-rehman di nava şêr da nin?

Kek Mesrûr, sebeb çibû, ku we ne dixwest bi YPG ra rabin-rûnên û hêza HPG bi kar bînin, yên ku zûva dixwestin bikevine Kurdistana başûr? Ne piştî qetilyema Şengalê ew bi lezgînî û berî pêşmergên weye «zêrîvan» hatne hewara şengalîyan û niha jî li çîyayê Şengalê li ber xwe didin?

Bêguman, em bejna xwe li ber mêrxasî û bîranîna wan pêşmergên dilsoz, xwedî bi namûs û şeref ditewînin, yên ku vê gavê di nava berxwedana Şengalê danin û şer dikin! Yên ku di nava tevgera derxistin û parstina pêneberan da kar dikin! Yên ku îdî jîyana xwe dest dane!..

Kek Mesrûr, wek serokê hêza bi taybet, gelo hûn dizanin, ku êzîdîyên Şengalê bi hezaran ji warên kal û bavên xwe derdikevin û nizanin kuda herin? Gelo sêrbazên we berpirsyarên Herêma Kurdistanê agahdar dikin, ku bi dehan hezaran êzîdî îdî naxwezin vegerne Şengalê! Ger awa here, Şengal û Şêxanê zûtirekê sedî-sed vala û xalî bin! Wek Serhed 100 salal berê ji êzîdîyan vala bû!..

Gelo ev valabûna devera Şengalê bêtir kê ra dest dide? Amêrîkayê?, Sûryayê?, Îraqê?, Tirkîyê?, Îranê?, weyîhîşên DAÎŞ`ê ra?, yanê…?!

Prîskê Mihoyî,
rojnamevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya)