dash

Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê,

Dema we xoş be,
Kurdistana we xoş be…

Li destpêkê ez lêborînê ji we dixwazim li ser vê nama nivîsînê, ewa ku rengê gelek divelank, bi taybetî hindek şîretkarên der dora we, bihejmêrn ku ev name nivîsine “ji dervey çarçove ye”, ewa ku têda ez dê hewl dem li gorî pê çêbona xwe, brînek kûr û mezin hincî meznatîya Fermana mêjoyî, ji Kurdistanê bo Kurdistanê binvîsinm, ku navê wê Şengale, Şengala çîya yê mezin, xunek mezin, cênosaydek mezin, êşek mezin, fermanek mezin, îşqek mezin, xewnek mezin û stranek mezin.

Cenabê Serok,

Destûrîyê bide min li gel we biaxivm, wek welatîyek li vê cîhanê, ku dijîm li dûr ji cîyê ji daykbûna xwe bitir ji bîst salan. Her wisa wek welatîyekî ji Kurdistanê ewa ku herdem dihejmêrm di xewnêt xwe da ku welatê min yê dumahîkê ye.

Cenabê Serok,

Neye veşartîye ji we ewa çêboy û rûdayî li Şengalê û hêj ye berdewame, ku operasîoneke ji navbirna miletekî ye (Cênosayd)e, ji bo ji navbirna êzidîyane li ser erd û cîyê wan, ew êzidî ewên ku herdem we dihejmartin ku “kurdên resenin” wê werin vala kirin ji Îraq û Kurdistana wê heta hetayê, her bo zanîn hemû delîl diden xuyakirin ku xîyanetek ber çav çêbuye bi şêwazekê profişînal û li ser bilintrîn ast di Hukumeta Şengalê da (bigre ji Partî û Pêşmergehî û heta Pasewanên Zêrevanî û Parastin û hemû dezgayên din), ewên ku parta we desthalata bê sinor lê dikir, û dupatkirin ji bo vê gotina min ew dema we biryar day “zîndan kirin û tehqîq” bê kirin li gel hindek serkirdeyên we yên bilnd di gorepanê da li gel rêveber û leşker endam part yên we.

Cenabê Serok,

Ew bûyera li Şengalê çêbûyî, “Şermezarîyeke sîyasî, emnî û eskerî bû” li ser astekê giran, û li ser partîya we tê hejmartin bi pileya serekî, û li ser dîroka we wek Mezineserkirdekê Kurd li Kurdistanê li gel dîroka malbata we ewa ku kurd dihejmêrin wek beşek ji dîroka Kurdistana hevçerx. Eve bi kêmasî boçona piranîya êzidîyane her wek Şingal dide xuyakirin û ez jê bawer dikem, û di encamda ewan omêda xwe bi we hinda kir, ne bi tenê bi parta we wek partek mezin û desthelatdar li Kurdistana Îraqê, lê belko bi hemû Kurdistanê jî nema, û delîl jî li ser hindê ewe rijdbûna êzdiyan li ser “koçber bûna temamî” bo welatên Ewropa, Emerîka û Keneda, eve ji hindê dide xuyakirin ko wan çu bawerî û omêd nemaye li Kurdistanê û dixiwazin bi cih bihêln.

Cenabê Serok,
Piştî hêrîşa li ser Mûsil we ragehand bo êdî benda (madê 140) bi dumahîk hat û edî em navegerne berî qonaxa dagîrkirna Mûsil û we ev çende bo raya giştî û ya çihanî û îraqî û kurdî bi aşkirayê ragehand ku hun dê dewleta Kurdî ya serbexwe ragehînin, û her ji ber vê çendê we ferman da perlemanê Kurdistanê li heyva temozê ku lezê biket bo danana komîtekê bi mebesta rapirsînê li ser serbexweya Kurdistanê, lê ev çende heya niha bi cih nehatîye û bi cînayêt jî li demekî nêzîk, nexasime piştî ev gohorînên mezin çêbûyîn û guhorîna hawkêşeya sîyasî li ser astê cihanî û Îraqî û Kurdistanî, û herwesa boçona dewletên mezine jî bi serokatîya Emerîka ku beref drustkirna Hukumeta Îraqê ya hemahengî ye, ku hemu pêkhateyên Îraqê têda beşdar bibin û razî bi li ser Heyder Abadî wek serok wezîrên Îraqê. Û niha piştî hemu hêzên emnî û leşkerî û îstixbaratî bi ser parta we ve xwe vekêşayîn ji Şingalê û radestî “Dewleta bi navê DAÎŞ” kirî, êdî êzidî di bêjin na bo vegerandina bo berî qunaxa dagîrkirna Şingalê, çunkî wan bawerî bi parta we nema û bi şêwekî taybetî bi Kurdistan fermî neya (xelkê wê û bi kurdên fermî bi şêwekî giştî, û êzidîya hîç hîvî û omêd bi Kurdistanîbûna hêzên we nema ewên pişta xwe danê).
Kurdistana Şingalê ewa pêtvî bo bibte Kurdistana resen û kesên li dûv rêbaza Barzanî yê nemir diçin bi rêve birba. Piştî panzda sala hûn li ser dilê êzidîyan mayîn li Şingalê li nav kurdên resen ewên hijmara wan digehte 350 hezar welatîyan we ne şehîdek û ne brîndarek li pêy xema wê neda û ne eve bi tenê, belkû hêzên we li demê xwe vekêşayî û gule jî berdane singe genc û lawên êzidiyan û kûştin û belgên fermî û yên dewlî li ser vê çendê hene û di wextê xwe da bêne aşkira kirin bo raya giştî.
Piştî eva çêbûyî hemwe û ya heta niha çêdibit êzidîyan hîç bawerî bi rêveberya we nema ewa we daye destê hindek kesan ku digotin em li ser rêbaza Barzanî yê nemir bi rlve dibin û ewan xîyanet kir du cara. Carek li Kurdistanê û carek li Şingalê, û heta cereka dî barpdox hur bite ve êzidîyan û bilî Şingala xwe li Kurdistanê çu tişt nînn, û şingalîya ji çu kes nîne ji bilî şingalîya, we divit bi tenê ew xwe bi xwe xwe bi rêve biben, û divet êzidî ji wekî yêk ji pêkhatiyên girngên Îraqê xwe bi xwe rêve bibin bi rêka daxwazkirina bi Rêveberyek Otonomî û li dûv Benda (mada 125) ji destûrê Îraqê, ewê garantîya mafên sîyasî û îdarî û rewşenbîrî û zanstî yên hemû neteweyên îraqî ji turkoman û aşorî û kildanî û hemû pêkhateyên dîtir yên îraqî.

Cenabê Serok,

Êdî êzidîyan bawerî bi dewleta Parta yekane û ola yekane û eşîret û êla yekane nema, ewa aqil û wejdan û mirovatîyê li cem mirovê şingalî bi taybetî û mirovê kurdistanî bi gişti kuştin. Û êdî wan bawerî bi wî wênê û xodîka we nama ewa li kurdistanê tête bilind kirn wek heq, belê li pişt ya ne heq divit.

Cenabê Serok,

Ji we venaşêrim û bawer nakim ji we neyête veşartin ku ew kesên li dor û berên we ji leyengir û mirîd û şîretkar û berpirsên we êxsîrén rewşenbîrya Patra yekane û dînê yekane û rêbaza yekane û serkirdê yekane, û ev çende gelek bi metirsî ye ku Kurdistan jî wekî dewletên dor û ber lê bêt û bikefte di Kurdistana parta yekane da.

Cenabê Serok,
Li demê pêşwazîya we li şand û kesatî yên êzidî ewên hawara xwe digehandine we û li demê karesata çêbûyî, we daxwaza lêborînê dikir ji wan hêzên xwe ewên hîç karek nekirî bo berxwedana Şingalê û we danpêdan bi wê çendê dikir ku hûn bitir ji carekê bi xapandin bi zanyarî û raportên serkirdên xwe yên leşkerî û emnî û îstîxbaratî û sîxurî derbareyî bar û doxê Şingalê û bi dirustî waqiî û rewş bo we ne dihate veguhastin. Belê, cenabê Serokî, heta niha ji ew heman kes heman sîyasetê bi kartiînin û pêzanînên îstixbaratî û îdarî û yên dûr ji waqie didine we û bo we diyar dikin ser û berê şingalîyan yê başe û çu kêmasî nînn û hindek boçona bo we didine dîyarkirin ku bi tenê di xeyalên wan da hene.
Ézidî ne di razîne cenabé serokî ned di razî ne, ne di razî ne ji brîna xwe ya kûr ya ku ewa nayête ji bîrkirin heta hetayê. Ézidî ne di razî ne di Şengal da û Şengalê bo Şengalê, ne di razî ne ji hukumeta Parta we ewa pişta xwe da ye wan û hêlayîn li bin destê metrsîtrîn rêxistina têrorîstî li cîhanê ku bi ew bi komel kuştin bi zarok û jin û keçên wan bi xwe revandin û li bazarên cahilye têne frotin.
Ew ne di razî ne ji karé we ye lawaz, belê ya lawaz, ya ne li astê pêtvî li hember wê xûna mezin ya hatiye rêtin, ya kurdên we yên resen, ewên ji xendekeke kurdî xilas dibin û dikevne di bin xendekeke dî ya kurdî.
Ew ne di razî ne ji bê dengîya we ewa nemayî wek zêr, ew ne di razîne ji bê dengîya we ya bi tirs, ku heta niha bi nîv peyvekê we nîv daxwaza lêborînê nekirye ji wê çenda mezin ya bi serê êzidîyan hatî û hemû kêmnîyê dînî yên dî hatî li bin xiveta Kurdistanê, ewa we herdem li dîwanêt xwe beramber Emerîka û Ewropîya digot – xîveta zorîneya ye ne ya kêmatîyane.
Ew ne di razî ne ji berze bûna te li ber çavêt wan ewên heta niha bitir ji 3000 şehîdan dayîn û bitir ji 5000 jin û zarokén revandî û 400 hezar derbider buyîn.
Êzidî ne di razîne ji Kurdistanê, ey cenabé serokî! Êzidî ne di razî ne çimkî ew Kurdistana wan stiran pê digotin xîyanet kir û Kurdistanê ew hêlan ew ji dilda şewtandin û sotin.
Tu bimînî bi xêr, ey cenabê Serok!

Hoşeng Broka

8.09.14

Wergerandin ji erebî