Şervanên HPŞ li ser çiyayê Şingal
Şervanên HPŞ li ser çiyayê Şingal


Şingal. Do li rojavayê basûrî çiyayê Şingal şer di navbera şervanên Hêza Parastina Şingal û terorîstên “Dewleta Îslamî” (DÎ/DAÎŞ) derket. Li devera Gabara çekdarên DÎ êrîşî şervanên HPŞ û menteqê pêkanîn.

Çekdarên DÎ bi parastina trimbêlek zirxlî nêzîkî gund û çiya bûn û şervanên HPŞ gulebaran kirin. Şervanên HPŞ derb lê vegerandin û qasî saetek şer berdewam bû, heya ji deveren din kêm zêde 50 şervanên HPŞ hatin menteqê û alîkarî didan. Yek ji çekdarên DÎ hat kuştin, cend yên din hatin birîndar kirin. Hiçûm di encamê de tev hat şikandin  û teroristan ji gundê Gabara vekişiyan. HPŞ hinek çek û fîşekên DÎ destdan ser kirin.

© ÊzîdîPress, 25ê Tebax 2015