EzidiGurcÎro 4. Tebaxê di saet 13.00 li Mala Êzîdiyên Gurcistanê rêvebiriya malê tevî serokê wê Agit Mirzoev û endamên Şêwirdariya Ruhaniya Êzîdiyan li Gurcistanê tevî serokê wê Pîr Dîma li hev civiyane. Oldarên êzîdiyan, rewşenbîr û berpirsiyarên ciwanan jî amade bûn, biryar hate danîn ku sibe nameyên awarte bo balyozxaneyan (di nav de yên ewropî, ya rûsî û DYA) û nûnertiyên rêxistinên navnetewî bêne şandin û ku rûniştin tevî dîplomatên dewletên rojava pêk bên. Rêvebirya Mala Êzîdyên Gurcistanê herwisa biryar da ku xwepêşandanek pêk bîne û sibe seat û cihê wê were ragihandin. Rêvebirya malê acizbûna xwe anî ziman ku Êzîdî ketine rewşeke wisa xirab û heta nikare zanibe çawa wisa qewimî ku Pêşmergeyên Kurdistanê vekişiyane û Êzîdî di devê terorîstan de hiştin. Mala Êzîdiya her wiha nameyek bo Serokê Herêma Kurdstanê dişîne û jê daxwaz dikin ku ev pirsgirêk were safî kirin û êzîdî ji destê terorîstan were xilas kirin.