Şervanê Êzîdî li ser çiyayê Şingal
Şervanê Êzîdî li ser çiyayê Şingal

.
Şingal. Dîsa terorîstên îslamî yên Dewleta Îslamî (DÎ) doh êrîş birin ser merzargeha Şerfedîn li bakurê çiyayê Şingalê. Êrîş ji aliye Hezên Parastina Şingalê (HPŞ) bi serkeftin hat bersivandin. Li gorî agahîyên şervanên êzîdî du wesayîtên DÎ hatin rûxandin û terôrîstên tê da hatin kuştin. Li aliyê HPŞ wendabûn tune. Çiqas terorîstên DÎ hatin kuştin hîn ne diyare.

Vê carê terorîstan ne weke êrîşên berê, pir nêzîkî mezargeha Şerfedîn bûn. Tenê çend metre di navbera şervanên HPŞ û terorîstan hebû. Tekoşerên êzîdî yekser dest bi avêtina roketan ser wesayîtên panzêrkirî yên DÎ kirin, heta wan sekinandin.

Mezargeha Şerfedîn ji 3. Tebaxê (despêka jenosîda êzîdiyan) ve heta îro armanca êrîşên DÎ ne. Li wê derê fermandarê êzîdî Qasim Şeşo Hezên Parastina Şingalê (HPŞ) damezirand. Tevî ku çekên wan di destpêkê de sivik bûn, wan dikarîbû mezargeha Şerfedîn ku yek ji girîngtirîn ziyareta êzîdiyaye biparêzin.

Herwiha cihên DÎ li gundê Borik ku cend kilometre li bakure ji mezargehê ji hêzên hewayî hatin bombekirin. Borik cihê seferberiya DÎ ye, li wir ew xwe ji bo êrîşan amade dikin. Pevçûnên din li bakurê çiyayê Şingalê hebûn, komek terorîstan li wir jî hatin kuştin.
ÊzîdîPress, 26ê Mijdar 2014