Dr. Nîkolas Braûn
Dr. Nîkolas Braûn

Wergera gotara Dr. Nikolaus Brauns li ser http://www.jungewelt.de/2014/08-09/021.php
Wergêr bi destûrî Dr. Nikolaus Brauns: êzîdîPress Kurmancî

Berî heftakî êrîşa cîhadîyên „Dewleta Îslamî“ (DÎ) bi ser deverên kurdan dest pê kirin. Hezaran Pêşmergeyên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ya serok Mesûd Barzanî, ku li wan deveran hatin bicihkirin, tevî ku hejmara wan ji ya cîhadiyan bêtire, ji deverên ku êzîdî lê dimînin û bajarê ser sînorê iraqî-sûrî Rabia vekişiyane. Serokatiya kurda vê kiryarê wek „vekişandina taktîkî“ heq dike, ev kiryara ku ne gorî wateya „Pêşmerge“ anku „yên ku mirinê didin pêşya xwe“.

Niha gelek kurd PDKya Barzanî bi xayintiyê sûcdar dikin, ji ber ku Pêşmerge bû sebebê êrîşa DÎ ser Şingalê, gava wan bê sebeb cihên xwe vala hiştin. „Tiştê ku li Şingalê diqewime, ne ji xwe ber hatiye, lê komployek leşkerî ya PDK û terorîstên DÎ hemberî êzîdiyan e“, daxuyaniyek protestoyî ya jinên êzîdiyan dibêje. Ji ber ku êzîdî di xeterê de bûn, serokatiya PKK li ser çiyayên Qendîl di meha hezîranê de pêşniyar kir ku hêzên gerîla bişîne Şingalê. Lê Barzanî li hember derket, herwisa Barzanî li hemberî bangên êzîdiyan ji bo rakirina hêjmara Pêşmergên herêmê derket.

Wexta ku Pêşmerge vedikişiyan, gundiyan ji wan xwest ku çekan ji wan re bihêlin da ku ew bi xwe, xwe biparêzin. Lê Pêşmerge li şûna vê yekê çekên êzîdiyan ji wan stendin. Pêşmergeyên PDK „tiştek nekirin, ew reviyane“, ajansa nûçeyan ya firatê gotina kecek êzîdî bi navê Ayşe ku reviyaye Rojava radigihîne, Ayşe herwiha Pêşmergeyan sûcdar dike ku pere û zêrên milet dizîne. „Pêşmerge li ber çavên me du gundiyan kuştin“, jineke din bi navê Naam Seido lê zêde dike. „Wan me ne parastiye, wan me kuşt.“ Hejmarek Pêşmergeryan – bi taybetî yên ji pêşbirka PDK, ango Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK), fermana vekişandinê red kirin. Wan tevî gerîlayên PKK ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Rojava û çekdarên ciwan yên êzîdî ji Yekîneya Berxwedana Şengalê li hemberî DÎ şer kirin.

Derbarê armanca PDK çend têgihiştinên cûda hene. Hikumeta Kurdistanê ev demek dirêj ji DYA çekên giran dixwaze. Lê Washington vî daxwazî red dikir ji bo xatirê hikumeta Bexdayê, daku nê hiştin ku kurd bi xwe karibin dewleta serbixwe îlan bikin. Ji ber vê, dibe ku armaca Barzanî rewşek wisa bû, di kîjanê de DYA nema dikare çekzêdekirina 200.000 Pêşmerge red bike. „Pentagon divê Pêşmerge qewetir bike, bi rêya ku çekên modern ji wan re bibe“, nûnerê hikumeta kurdan ya dîmplomatik li Amerika, Karwan Sebarî dibêje. „Ev divê îro were kirin, divê do bihata kirin.“ Çekên di Depoyên amerîkî li Turkiyê dikarin di nav du rojan de radestî Pêşmerge werin kirin.

Lê armancek din ya Barzanî xuya dike, ku ji dijîtiya wî li hemberî rêvebiriya xweserî li Rojava tê. Li Rojava bandora alîgirên Barzanî kême. Hêza desthilatdarî li wir Partiya Yekîtiya Demokra (PYD) e, rêxistinek girêdayî PKK. Ev demeke dirêj Barzanî tevî Turkiyê embargoya birçîbûne danî ser Rojava û komên ji bo sabotajkirinan derbasî Rojava dike, û  bi vê yekê dixwaze rêvebiriya xweserî li Rojava lawaz bike. Ji bo vê yekê gelek caran di navbera alîgirên Barzanî û cihadîyên îslamî hevkarî pêk hat. Eger DÎ Şingalê bike bin kontrola xwe, wê çaxê DÎ herêmek ji Mûsilê heta sînorê Suriyê hukm dike û wê bikaribe êrîşên xwe yên li ser Rojava, êrîşên ku heta niha YPG li hember ber xwe dide, ji erdê Iraqê zêdetir bike.

Eger armanca PDK lawazkirina Xweseriya Rojava bû, wê çaxê encam berovajî armancê derket. Bi têkçûna Pêşmergeyan qedir û qîmeta Barsanî zerar dît. Kurdan niha ji ber „şaştîya“ vekişandinê li xwe mikur hat, ji ber vê şaştî niha jî êrîşek DÎ ser peytexta kurdî Hewlêr mimkune. Beramberî vê niha êzîdî YPG û PKK bilind dikin: „Gerîla em xilas kirin. Bêyî wan emê hemî li çiya bimiryana.