EzidiGurc

Bo serokê Herêma Kurdistana Îraqê

Birêz Mesûd Barzanî

Bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Birêz Nêçîrvan Barzanî

Ev çend salên dawyêne em dengê nexweş derheqa hal û rewşa êzdiyên Kurdistana Îraqê dibihên. Vê care jî em pir êşyane ji halê êzdyêd Şengalê û heta niha nikarin û naxwazin bawer bikin, ku pêşmergeyên me nikarîbûn ewlekariya êzdiyên Şengalê biparêzin û bê şer derketin. Em metel mane û pir xemgînin ji ber vê yekê. Her wisa em bi hîvîne û bawer dikin ku cenabê we û hukumeta Herêma Kurdistanê her tiştî bikin ku miletê me ji destê trorîstan were rizgar kirin. Em dizanin, ku we hertim digot, ku êzdî kurdê eslîne û êzdî jî hertim bi hêvî li cenabê we dirênîn. Em hîvî û daxwazê ji we dikin, ku cenabê we hemû hêz û taqeta Kurdistanê bide ser parastina êzdiyên Şengalê û sekinandina vê karesata hûmanîtarî.

Agît Mîrzoêv,  rêvebirê Mala êzdiyêd Gurcistanê

Pîr Dîma, rêberê Şêwrdariya ruhaniya êzdiyan li Gurcistanê

Profêssor, Kerem Amoêv, serokê Navenda lêkolînên êzdîtiyê li Gurcistanê

Lîlî Safarova, rêvebira Yekîtiya jinên êzdî li Gurcistanê

Ando Çildergûşî, serokê beşa çandî ya Mala êzdiyêd Gurcistanê

Rafaêl Ecemyan, serokê Yekîtiya ciwanên êzdiyêd Gurcistanê