Pêşmerga penaberan ji Ninawa li devere KRG ewle dikin (AFP)
Pêşmerga penaberan ji Ninawa li devere KRG ewle dikin (AFP)

Şingal (Kurdistan) – Komek terorîst dewletek dagir dikin û metropolek kontrol dikin. Li duyemîn mezintirîn bajarê Iraqê anku Mûsil, alayek reş hil dide ku dişibe aleyek pîratên qonaxa navîn. Di nava çend rojan de. Ev tişt ku dişibe cîroknivîsek hollywoodê, li Iraqê rêalîtetek xemgînî ye. Îslamîstên radîkal yên Dewlate Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) roj bi roj bêtir taxan zeft dikin û xelkên ne-sunnî û leşkerên artêşa Iraqê qetil dikin. Armanca wan peytext Bexdaye, li ku serokwezîrê şîî yê nehezkirî hukm dike. Tevî ku artêşa iraqî bi amadekariyêk mezin ji hêzên erdê û balafirên şer F-16 karîbû êrîşa terorîstên DAIŞê sist bike, lê heta niha wan nikarîbû di vî şerî de desthilatdarî bi dest bixe. Bi hezaran leşkerên iraqî ji qada şer reviyane, gelek hatine kuştin. Madeyên xwe yên leşkerî di cih de hiştin û bi vî awayî DAIŞê bihêztir kirin. DAIŞ girtîgehan vedike û girtiyan jî dike nav refên xwe.

Tola Baasiyan
Îzet Îbrahîm Al-Durî
Îzet Îbrahîm Al-Durî

Herwiha rêxistina nepenî ya rêhevalê Seddam Hussên – Izzet Ibrahîm al-Duri – di nav DAIŞê cih girt. Ev tolhildaneke ji bo hiweşandina desthilatdariya ku di 2003 ji aliyê DYA hat kirin, û ji bo piştgiriya wan ji bo hikumeta şîî. Ango ev şer ne tenê şerekî mezhebî ye, ku ji aliyê DAIŞ tê kirin, lê herwiha dûmahîka têkçûna hikumeta DYA li Iraqê û tolhildana wan derûdoran e, ku bi temamî nehat şikênandin: Baasî. Tiştekî paradokse ku serokê Suryê û sekreterê giştî ya partiya Baasî ya Suriyê, Bişar Al Assad, bi alîkariya DAIŞê tê sûcdarkirin, li hemberî kîjanî ew li Suriya ji bo desthilatdariya xwe şer dike. Lê dibe ku plana Assad biserkeve: Şikestina DAIŞê bi rêya ku alikariya wan li Iraqê bike. Herwiha eşîrên ereb li Iraqê alikariya DAIŞê dikin. Li başûrê Iraqê bi taybetî şîî bi dilê xwe xwe amade dikin ku li hemberî DAIŞê şer bikin. Rewş niha di wê xeteriyê de ye ku şerê Iraqê yê navxweyî kûrtir bibe û bi salan berdewam bike.

Emerîka niha eşkere kir ku ew desthiltatdariya DAIŞ li Iraqê qebûl nake û keştîyên xwe yen şer li kendavê bi cih kir. Herwiha piştgiriya Irana şîî ji bo Maliki misogere. Û li gor nêrînaSi´ûdî Erebistan jî, ji ku piştgiriya darayî tê, DAIŞ zêdeyî tehmûlkirinê bihêz bûye.

Di navberê de serokwezîrê iraqî Nûrî Al-Malîkî gelek generalên payebilind di nav leşkeriya iraqî ji ber têkçûnê ji kar avêt. Niha leşkeriya iraqî radigihîne ku xwe ji bo êrîşke mezin li Mûsilê amade dike bi armanca ku Mûsil dîsa bikin bin kontrola hikumeta Iraqê. Lê ragihandinên wisa heta niha gelek bûn bêyî ku leşkeriya iraqî tu serkeftinên berbicav encam bigrin.

Kaos ew ji hev veqetandin, bi kaosê dîsa dibin yek: firsenda Kurdistanê
Pêşmerga endamê DAÎŞê dest bi ser dikin (AFP)
Pêşmerga endamê DAÎŞê dest bi ser dikin (AFP)

Li deverên Herêma Kurdistanê ya otonom li bakurê Iraqê rewş niha arame. Li wir tenê hebûna firaran konflikt didin xuyakirin. Pêşmergeyên nîzamî û biqewat ne tenê sînorên îroyîn yên herêma otonom diparêze, lê herwiha ketiyê deverên pê ve ku kurd lê dijîn û berî niha de´w ji bo wan hat kirin. Wisa jî li herêma Ninawê, bi taybetî parêzgeha Mûsilê, û bajarê Kerkukê. DAIŞ ku berî van rojan nexwest êrîşî pêşmergeyên biqewetir bike, di van rojên dawî de çend êrîşî şûnên Pêşmergeyan nêzîki Kerkukê kirin, lê tim jî têkdicin. Di hevpeyvîneke BBC ligel serokwezîrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî wî got ku ne wezîfeya hikumenta Kurdistanê û Pêşmergeyên wê ye ku yekitiya Iraqê biparêzin, lê ew e ku sînorên herêma xwe û xelkê kurd biparêzin. Wekî din N. Barzanî got, ku Iraq herwiha piştî vî konflîktê venagerê normalîteyê. Teqez e ku Pêşmerge ji deverên de´wkirî û niha zeftkirî nema vedikişi, wezareta Pêşmerge dibêje. Ji wexta danîna maqekanûna iraqî di 2005 de ji bo deverên de´wkirî plana referandumek hebû, di ku de xeklê wan deveran dikarîbûn biryar derheqa parêzgehên xwe bidin. Lê madeya 140 û bicihanîna wê ji aliyê hikumeta navendî tim dihat paşxistin. Piştî leşkerên iraqî ji van deveran reviyane û valahîyek ewlehî hiştin, niha Pêşmerge van deveran kontrol dike. Alayên Iraqê bi yên Kurdistanê hatin veguhestin.

Nexşeya Kurdistan
Nexşeya Kurdistan

Ji kurdan re ev firsendeke mezine ji bo beyankirina serxwebûna xwe. Xapandina peymana Losan di 1923 de wan xist nava kaosek, niha jî kaosa nû li Iraq û Suriyê wek firsendeke kurdan xuya dibe ji bo dewletek serbixwe. Serokatiya Iraqê niha bêçareye ku bikaribe cihêbûna ji dewleta navendî bisekinîne. Şerê çend mehan derbarê firotina neftê têkiyliyên wan xirabtir kirin. Siyasetmedarên kurd tim û daîm cihêbûna ji Iraqê xwestin. Neçirvan Barzanî ji BBC re got ku di çarekirinê de parcebûna Iraqê nikare were sekinandin. Bi rêya leşkerî pirsgirêk çareser nabe.

Li Suriyê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) deverên kurdan kontrol dikin û xweseriya demokratîk îlan kirin. Lê ewlehiya wan dîsa jî ji aliyê terorîstên DAIŞ, ku pey hev êrîşî kurdan dikin, tê tehdîtkirin. Hevkariyek YPG bi Pêşmergeyan li herêmên bakure Kurdistanê û Rojava dikare ewlehîyek mayînde peyda bike. Komandantê Gerîla heta niha gelek caran amadebûna xwe ji bo hevkariyê diyar kir.

„Şingal ewle ye“
Pêşmerga devere Şingal dikin bin kontrola xwe (ÊzîdîPress)
Pêşmerga devere Şingal dikin bin kontrola xwe (ÊzîdîPress)

Piştî terorîstên DAIŞ bajarê Til Afar zevt kirin, wan dubare tehdîta êrîşa ser Şingalê kiriye. Li Şingalê qasî 500.000 Êzîdî dijîn, ku di paşerojê de gelek caran bûne qurbanên terorîstên îslamî. Bi taybetî Şingal di xeteriyê de ye ji ber ku Şingal dikeve nava ew rêya ku îslamîstan tiştên xwe navbera Mûsilê û Suriye bar dikin. Pirraniya ji 200.000 nufûsê Til Afar reviyane Şingalê cem Êzîdiyan û Pêşmergeyan. Ji bo Şingalê û Êzîdiyan ev rûdanên dawî dikarin ewlehiyek mayînde peyda bike: bi hezaran Pêşmergeyên Kurdistanê niha ketina nava Şingalê. Li Şingalê jî armanca Pêşmergeyan bo vegerê tuneye. Bi temamî 10.000 Pêşmerge niha li Şingalê bi cih bûne.

„Em xwe baş hîs dikin. Bi hezaran Pêşmerge li Şingalê ne ku li welatiyên wan xwedî derdikevin. Ji ber vê jî firarên ji Mûsil û Til Afar tên Şingalê, çiqas ji me were emê hewl didin alikariya bikin“, niştecihek Xanasor ji êzîdîPress re dibêje. Siyasetvanê Êzîdî Xêrî Şingalî radigihîne ku rewşa Êzîdyan başe. Herwiha ew razîbûna xwe diyar dike derbarê alikariya firarên ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê.

„Li Rabia li aliyê Iraqê Pêşmerge hene, li aliye Suriyê jî YPG“, welatiyek Şingal dibêje. Berî çend hefteyan zêdeyî 4.000 Êzîdî ji Rabia reviyane piştî ku islamîstên tundraw gelek Êzîdî kuştin û tehdîtên kuştinên din kirine. Niha Pêşmergeh û hêzên YPG bajarê sinorî ji îslamîstan rizgar kirine û deriyên sînor jî kontrol dikin.

êzîdiPress, 26.06.2014