ji çep ve: Bavê Şêx Şêx Xeto, Mîr Tahsîn Saîd Alî Beg, Pîr Dîma
ji çep ve: Bavê Şêx Şêx Xeto, Mîr Tahsîn Saîd Alî Beg, Pîr Dîma

Laliş (Kurdistana Başûr) – Şandekî Şêwirdarîya ruhanîya êzdîyan li Gurcistanê bi rêberî Pîr Dîma serdana Kurdistana Başûr kir. Armanca serdanê – xurtkirina têkilî tev welatê xwe yî dîrokî û zîyaretkirina pîrozgeh Laliş. Her wiha hevdîtin tev rewşenbîr û ruhanîya êzîdîyan çêbibû. 10-ê meha gulan Mîrê Şêxan û seranserê Êzdîxanê Mîr Tehsîn Beg di gel Bavê Şêx bang kirin ku şande êzîdîyên Gurcistanê hizura serokê dêra asûrîya Mara Lûîs Sako Rafaêl bên.

Mîr Tahsîn Bêg silav û razîbûna xwe da serokê asûrîya û şandekî êzîdîya ji Gurcistanê. Ser hevdîtinê derbara têkilîya êzîdîya û asûra li Îraqê hatibû sohbet kirin. 14-ê gulanê Mîr Tahsîn Beg pêşvazî şande Şêwirdarîya ruhanîya êzdîyan li Gurcistanê kir. Li wê civînê derbarê rewşa êzîdîyên li Gurcistanê û sovêta berê hatibû gengeşî kirin. Her wisa behsa vekirina Mala Êzîdîya û pîrozgeh li paytexta Gurcistanê hat kirin. Yek ji mêvana ji Gurcistanê bibû arxîtêktor Paata Krûdîanî, ê ku xudanê projêkta Mala Êzîdîya li Gurcistanê ye. Mîr Tahsîn Beg sipasîya birêz Krûdîanî kir bona projêkta wî ya hêja. Pîr Dîma jî alîyê xwe de bi rêzdarî wekîlê silava civaka êzîdîyên Gurcistanê û rêberê Mala Êzîdîya bo cênabê Mîr Tahsîn Beg bû.

Şandek her wisa serdana Bingeh Laliş kir ên ku ji alîyê hukûmet ve hat ava kirin. Rêberê navendê Şêx Şemo bi dilgermî delegasyon wergirt. Pîr Dîma bi navê rêberê Mala Êzîdîya li Gurcistanê Agît Mîrzoêv avabûna navenda êzîdîya pîroz kir û xelata bona pirtûkxane û muzexane pêkêşî Şêx Şemo kir. Rêberê navendê jî alîyê xwe de çend pirtûk û xelat da wan.

Xencî wê, dema serdana, êzîdîyên Gurcistanê bibûn mêvanên Bavê Şêx û birazîyê Mîr Tahsîn, Kamîran Xêrî Beg, ên ku bona mêvanê rûmet şayek derbaskirin. Serdan 15 gulanê bi dawî bû.

êzîdîPress, 18.05.2014