Berlin. Serokkomare Almanyayê Joachim Gauck bi nameyeke rojiyên êzîdîyan û Eyda Êzîd pîroz kir. Wergera nameya Serokkomarê Almanyayê bi kurmancî ev e:
Pîrozbahî ji bo endamên civaka êzîdî li Almanyayê bi minasebeta Eyda Êzîd 2015
Joachim Gauck, Serrokkomarê Almanyayê (wêne: hikumeta Almanya)
Di van rojan de hûn Êyda Êzîd derbas dikin. Mezintirîn eyda we ya di salê de, ez pir bi dilgermî li we pîroz dikim û ji bo we daxwaza seatên watedar di nav malbat û hevalan de dikim.
Vê eydê hûn piştî demên rojîgirtinê û nefsbiçûkitiyê derbas dikin. Ji bo pirraniya we, kêfxweşiya vê eydê bêgûman melûl bûye ji ber zulma giran ku xuşk û birayên we li Rojhilata Nêzîk dibînin. Ez difikirim, ku di kêfxweşiya we ya eydê de, sîn û xemiya ji ber merî, xuşk û birayên we tevlî dibe, ku qedera wan ne diyare. Di vê rewşê de ez dixwazim hûn bizanibin, ku ez bi fikra xwe li cem we û meriyên we me.
Eyda Êzîd nîşaneka şekirandina hebûnê ye. Xwesteka min ji bo we ew e, ku ev şekirandin di jiyana we de cih bibîne, di demên dijwar de jî – bi hêviya aşitî û ewlehiya hemû endamên civaka êzîdî û hemû mirovên diyayê.