HeciAytoSeydo
Hecî Îdo Seydo

Şingal. Êvara çarşemê di navbera pêşmergeyên êzîdî û pêşmergeyên zêrevanî de pevçûnek rûda. Ew pêşmergeyên êzîdî ji Yekîneyên Şêx Xêrî (YŞX) ne, û pêşmergeyên zêrevanî girêdayî PDKê ne. Di pevçûnê de pêşmergeyê YŞX Hecî Îco Seydo (wêneya rastê) jiyana xwe ji dest da. Heriwha pêşmergeyê YŞX Xelef Berekat ku birîndar bibû ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Fermandarê YŞX û çend endamên wê yên din heta niha jî wendayî ne. Fermandarê Heza Parastina Êzîdxan (HPÊ) Heyder Şeşo bi rêya telefonê ji êzîdîpress re piştrast kir ku ev buyer qewimî.

Berî vê jî, nakokî navbera hêzên êzîdiyan û pêşmergeyan derketibûn: Di rizgarkirina devera Qabusiya de hêzên êzîdî ji aliyê pêşmerge ve li derve hatin hiştin. Ev yek jî bû sebeba gûmanên êzîdiyan ji ber ku xelkê Qabusiya pirtir ji kurdên misilman pêk tên ku gelek ji wan hevkariya Dewleta Îslamî kirin û bi mervantî bi gelek endamên PDK ên bilind girêdayî ne. Metirsiya êzîdiyan ew bû, kesên ku bi Dewleta Îslamî beşdarî kuştin û revandina êzîdyan bûn, bê lêpirsîn û darizandin serbest bên berdan.

Fermendarê êzîdî yê pêşmerge Qasim Dirbo ji ber vê jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivî û Barzanî ferman da ku êzîdî jî tevlî operasiyonê bibin û kesek bê lêpirsîn serbest nê berdan. Tevî vê biryara Barzanî, çend kurdên misilman tevî keriyên pez dixwastin ji Qabusiya derbikevin û çend pêşmerge jî bi wan re bûn. Fermandarê YŞX Şêx Merwan û hêzên wî, karwan sekinandibûn û dîtin ku ji bilî pêşmerge, yên din jî bi çek in. Paşê şer di navbera Şêx Xêrî û fermandarê pêşmerge Wahîd Kovalî derket. Piştî vê jî gule hatin berdan. Naye zanîn kîjan alî dest bi gulekirinê kir. Qasim Şeşo di hevpeyvîneke de ligel televiziyona NRT got ku yên zêrevanî dest bi guleberdan kiribûn û êzîdî mecbûr mabûn xwe biparêzin.  Li gorî agahiyên nû, Şêx Merwan jî birîndar bûye û niha di nexweşxanê de ye, heft endamên YŞX hatin girtin.

@ÊzîdîPress, 26.11.2015