Unbenannt
Malpera Rûdaw (screenshot 07.12.2015)

Şingal. Li ser malpera Rûdaw nivîsek li ser keçek êzîdî bi navê Hedye ku saleke û sê mehan di destê Dewleta Îslamî de bû, hat weşandin. Tê de behsa girtina wê tê kirin. Dewleta Îslamî Hedye dabû kesekî bi navê Şehab Ehmed Elî Xatûnî, ku di nav Dewleta Îslamî de bi navê Ebû Ziyab dihat naskirin. Xatûnî eşîreke kurd e ku li Şingalê diman. Şehab Ehmed Elî Xatûnî bi xwe ji Şingalê ye û li wir kesekî naskirî bû. Eşîra Xatûniya tevlî Dewleta Îslamî dibûn û di kuştinên êzîdiyên Şingalê de beşdar bibûn.

Di 03.08.2014 Pêşmerge ji Şingalê vekişiya bûn û bi vî awayî rê ji bo jênosîd kirina êzîdiyan vekirin. Bi hezaran keç û jin hatin girtin û heta niha wek „carîye“ tên tecawiz kirin. Rûdaw di wan rojan de gelek caran reva Pêşmerge veşartibû û rizgarkirina êzîdiyên çiyayê Şingalê ji aliyê hêzên PKK jî gelek caran înkar kiribûn.

Piştî rizgarbûna vê keça êzîdî ku bêtirî saleke wek “cariye” di deste Dewleta Îslamî de ma, Rûdaw hêja dibîne behsa girîngiya Rûdawê ji bo keça êzîdî berî girtina wê û piştî girtina wê bike:

HedyeRûdaw
Ji malpera Rûdaw

@ÊzîdîPress, 07.12.2015