Cercûr Cemîl, hevserokê FKÊ yê berê | © Cercûr Cemîl
Cercûr Cemîl, hevserokê FKÊ yê berê | © Cercûr Cemîl

Di 8. Hezirana 2014 de Federasiyona Komelên Êzidyan (FKÊ) 9emîn Kongreya xwe li dar dixe. FKÊ rêxistina Êzîdiyan ya girêdayî PKK ye. Serokê berê yê FKÊ û damezrênerê Cira TV, Cercûr Cemîl, peşniyarên xwe bi nivîskî ragihand.

Cercûr Cemil di nivîsa xwe de rexne dike, ku rêxistina wan piştî sala 2004, sala ku Yekitiya Êzîdiyên Kurdistan (YÊK) navê xwe guherand und kir FKÊ, „ji xeta xwe derketiye“. Cercûr Cemîl vê guherandinê wisa dinirxîne:

„Ev kar û xebat heya astekê hat û ez karim bejim ku heya sala 2004an berdewam kir. Lê piştî ku Yekîtiya Êzdiyen Kurdistan sîstema xwe guhert û bi navê Federasyona Komelên Êzdiyan xebat hate meşandin dikare were gotin ku rêxistîn ji xêta xwe derket. Ji ber ku hin kesên niyeta wan xirab û ne layîkî vê sazîyê bun xwestin veguhertina çêbûyi û derfetên heyi, li gor berjewendiyên xwe xirab bikar bînin. Niyeta wan kesa nê wîsa be ji, lê di pîratika wan de wisa xwuya dikir.“

Xalek ji nerazîbûyîna wî jî ewe, ku hin Êzîdî „li dijî“ felsefeya Zerdeşt derdikevin:

“2.) Kesên bi fikrê xwe jî li dijî felsefeya Zerdeşt in ev dixwazîn di şeqsê felsefeya zerdeştiyê da li dijî xêta Rêber Apo derkevîn, […] Gava mirov kurdên êzdî ji zerdeştiyê qut bike, mirov wan ji kurdayetiyê jî qut dike.”

Hin pêşniyarên Cercûr Cemîl ji bo 9emîn Kongreya FKÊ:

„1. Navê FKÊ were gûhardin bivê Yekitiya Êzdiyên Kurdistan (YÊK)
2. Divê kesên ku ne welatparêz bin, cihê wan di nav saziya FKÊ anku YÊK tuna be.
11. Divê pistgirtina cira tv were xûrt kirin cî madî û cî ji manevî ji alyê hemû civaka êzdî ve
13. Divê bi awayekî xûrt û aktif civaka kurdê êzîdî pistgirtina şoreşa Kurdistanê bikin û tevlîbûn pêk were“

Xwestekên Cercûr Cemîl nîşanên reçgerandina cend salane ku di nava FKÊ rû dide. Hêzekî di nav wan de xema wan ew e ku Êzîdî xwe derveyî PKK û siyaseta wan bi rêxistin bikin ango xwe serbixwe bikin. Ew hêza Êzîdiyan naxwaze ku kurd ji wan bixeydin û rol û qedrê wan cem kurda kêm bibe. Di nav netewperestiya kurdî de fikrek wisa şaş heye, ku pêşiyên kurd hemû Zerdeşti bûn û Êzdîtî jî girêdayî Zerdeştî ye, loma jî Êzîdî „kurdên resenin“. Ev fikra bi kovara Hawar di destpêka sedsala 20emîn de bi rêvebiriya Celadet Bedirxan dest pê kir, di nava siyaseta kurdan de belav bû û PKK jî hilgirt. Bi destpêka şerê kurdan li hemberî dewletên desthilatdar, êdî arîkariya Êzîdiyan pêwist bû û îdeolojiyek gorî wê hat avakirin. Ev bûn sedem ku yekem car di dîrokê de ji aliyê kurdan ve qedrê Êzîdyan hat girtin û gelek Êzîdî dikarîbûn di nava rêxistinên kurdan de kariyera xwe bikin.

Eger xwesteken Cercûr Cemîl di nava 9emîn Kongreya FKÊ de encam bigrin, damezrandina sîwaneke rexistinên Êzîdiyan, ya ku hemû Êzîdyan hembêz dike ji bo berjewendiyên Êzîdyan, wê zehmet be. Xeta nelihevkirînê jî pirsa Zerdeştî ye û „welatparêzî“ ye. Ji ber ku Cercûr Cemîl kesên „li dijî“ Zerdeşt qebûl nake û kesên xwe dûrî siyaseta PKK lê nêzîkî siyaseta Êzîdyan dibîne jî qebûl nake.
Lê li aliyê din hêzên reformkirinê di nava FKÊ de xem dikin ku bandor li ser ciwanên Êzîdî winda bikin, yên ku roj bi roj bêtir rastiya ilm, felsefe û dîroka Êzîdyan nas dikin.

Gotara Cercûr Cemîl bi tamemetî bixwîne: li ser malpera wî yê şexsî / bi rêya PDF 

êzîdîPress, 07.06.2014