ChildMûsil (Iraq) – Çar qîzên êzîdî yên temenbicuk piştî gelek tecawizkirinan ji aliyê terorîstên „Dewleta îslamî“ bi xwînbûna hundurîn yên giran hatin nexweşxana Mûsilê.

Malpera nûçeyan ShafaaqNews vê nûçeyê belav kir ser bingeha cavkaniyêk li nexweşxanê bi xwe. Nexweşxane li navenda bajarê Mûsilê ye. „DAIŞ van çar êzîdî anîne Nexweşxana Mûsilê. Sedema xwînbûnê tecawizkirinên gelek caran yên van kecên temenbiçukin“, cavkanî dibêje.

Ji dema erîşa li ser herêma Şingalê bi hezaran kec û jinên êzîdî hatin revandin. Hejmarên ji aliyên civaka êzîdî behsa zêdiyî 4.000 kec û jin dikin, ku hîn jî di destên DAIŞê de ne. Hin ji wan heta niha li Suriyê û Iraqê wek kole hatin firotin. Tê behskirin ku hin ji wan birine Sûûdî Erebîstan û gelek deverên din.

Ji bo terorîstên „Dewleta Îslamî“ ev kec û jin wek destkeftiyên şerî ne û car caran wan bi endamên xwe re bi zorê dizewicînin. Bi taybetî kec û jinên êzîdî ji bo îslamîstan wek kafirên “bê kitêb” tên dîtin û wek destkeftiyên şerî nav xwe de tên parvekirin.

êzîdîPress, 17ê Îlon 2014