Til Afar. Berî çend deqeyan hezên hewayî yên leşkeriya iraqî dest bi bombekirina cihên terorîstên Dewleta Îslamî (DÎ) li Til Afarê li başurê Iraqê kirin. Li gor nuçevanê ÊzîdîPress, navenda DÎ û rêya navbera Solaxa Şingalê û Til Afarê bû armanca êrîşên leşkeriya iraqî. Li Til Afarê yek ji balafirgehên leşkeriya iraqî ya herî girîng heye ku di Hezîranê piştî şerekî bi leşkeriya iraqî ket destê DÎ.

Tal Afar Militärflughafen

Fermandarê iraqî Abu Walid ku wek “şêrê Malîkî” dihat naskirin û parastîna Til Afar tevî balafirgehê wezîfa wî bû, têkçû û mecbûr ma tevî leşkerên xwe ji liqa 3. ya tabûra 10. bajêr biterikîne. Piştî zeftkirina bajêr ji aliyê Dewleta Îslamî 90.000 tirkmenên şîî ji Til Afarê derbider bûn û li Şingalê bi cih bûn.

Îro mamûrê ewlekariyê yê iraqî û serokê koma ewlekariyê û parastînê yê parlamenta iraqî li ber nûnerên çapemenî beyanek da û got ku gelek caran balafir bê destûr ketin nava hewa ya Iraqê û xuyanê û çekan ji bo Dewleta Îslamî bar dikin. Tê bawerkirin ku armanca wan balafiran balafirgeha Til Afarê bû. Heta niha naye zanîn ka ev balafir ji kîjan dewletî ketin rê. Ji ber vê hat diyarkirin ku wê fermanên êrîşên hewayî li dijî DÎ li Til Afar bên dayîn.

Li Til Afar herwiha bi sedan jin û zarokên êzîdî yên ku hatin revandin dimînin. Gelek caran DÎ terorîstên xwe ji Til Afarê şandin Şingalê ji bo erîşên li dijî hêzên parastina êzîdiyan. Êrîşên hewayî yên leşkeriya iraqî ji ber vê yekê barê têkoşerên êzîdî li Şingalê jî sivik dike.

êzîdîPress, 17. Nov. 2014