Bara.
Bara. Îro sibehê hêzên parastinê yên HPŞ û YPG li rojavayê çiyayê Şingalê li devera Bara dest bi operasiyoneke li dijî Dewleta Îslamî kirin. Di wê pevçûnê de bi kêmasî 8 terorîstên îslamî hatin kuştin, 4 hatin girtin û 2 wesayitên biçek hatin rûxandin. Çek û fîşekên terorîstan ketin destê hêzên parastinê. Li aliyê hêzên parastinê wendayî tunene.

Devera Bara ji aliyê terorîstan ve piştî pêla duyemîn ya êrîşa Dewleta Îslamî di 21. Cotmehê de hatibû zeftkirin û heta îro jî di destê wan de ye. Hêzên parastinê HPŞ û YPG hewl didin ku vegerînin. Wekî din agahî derbarê pevçûn li başûrê çiyê hene, lê hîn agahîyên taybet tunene