Parlamentoya Ewropa li Straßbûrgê

Strasbûrg. Parlamentoya Ewropa îro (4. Sibat 2016) derbarê komkujiyiên êzîdiya û komên din ji aliyê Dewleta Îslamî ve, biryarek da. Di biryara xwe ya 2529 Parlamentoya Ewropa ji Şewira Ewlehiyê ya Dewletên Yekbûyî (DY) xwest ku kiryarên Dewleta Îslamî wek jênosîd were qebûl kirin. Herwiha daxwaz hate kirin ku Dadgeha Navnetewî ya Cezayê li Den Haag kesên di kiryarên Dewleta Îslamî de tawanbarin werin dadgeh kirin.