Shingal3LOGO

Şingal – Terorîstên DAEŞ doh seat 3ê şevê dest bi êrîşek mezin ser devera Şingalê kirin. Fermandarên hêzên yekînêyên parasatina Şingalê ji êzîdîPress re rave dikin ku bi sedan şervanên wan li Borik û Duhola û nêzî mezargeha Şerfedîn bûbûn armanca êrîşan.. DAEŞ bi hejmarek mezin ji her alîye vê êrîş dike. Duhola û Borik ketin destê DAEŞ û hêzên êzîdiyan giranî didin parastina devera ziyareta Şerfedîn. Fermandarên êzîdiyan Heyder û Qasim Şeşo naxwazin ziyareta Şerfedîn teslîmî DAEŞ bikin.

Ji aliyê şervanên êzîdî tê gotin ku beyî alîkariya hewayî ji aliyê koalîsiyona navnetewî ew nikarin dirêj ber xwe bidin û wê hemû tevî sivîlan werin kuştin. Helîkopter û balafirên şer yên koalîsiyone li ser Şingalê digerin lê heta niha erîş nekirin.

Qasî 7.000 sivîl niha vekişiyane çiyayê Şingalê. Eger DAEŞ eniya parastinê bişkênîne wê komkujiyek dest pê bike. Gorî agahiyên heta niha gîhaşten êzîdîPress, 11 şervanên êzîdî şehid ketin. Hejmarek mezin ji terorîstan hatin kuştin û gelek wesayitên wan hatin rûxandin.

êzîdîPress