[B]ielefeld. Divê ez di serî de destxweşiya saziya GEA (Saziya Akademîkarê Êzdî) bikim, konferans û panêlên bi nirx û hêja li dar xistin. Lê di civîn û axaftina de eşkere bû, ku kar û xebata êzdînasiyê ketiye qadeke nû, yan jî nû destpêkiriye.
Çendko êzdiya heta niha xwe bi xwe bi raya giştî nedane naskirin, yan jî derfetê xwe naskirinê di vê civak û dewletên îslamî de bi dest nexistine. Lê ev xewneke ji bo pêşiyên me, ku di salon û civakê rewşenbîra de, nirxên ola êzdî bêne axaftin û guftûgo kirin.
Weke ku em dizanin, cî û warên êzdiya yeko yeko ji destê êzdiya hatine standin û êzdî bi helandin û pişaftinê re rû be rû man e. Ji welatê Xalta bigire, hetanî bi Serhedê, û hetanî deşta Sirûcê berê di destê êzdiya de bû. Lê êdî êzdiyê li bakur mane bi tiliya têne jimartin. Ev tê wê wateyê ku êzdî divê êzdatiya xwe bi zanîn û teolojiya olî bi parêzin. Divê qewl û duhayên êzdiya êdî ne tenê bi pêsîrê, bi nivisê û di zanîngeha de bêne parastin û pêşve xistin.
Lê bi qasî tête dîtin, armanc li rêke din ya jiyanê û mayînê gerîn e. Lêgerîne li xwe, û nirxên xwe ye. Lewma jî, ew kirasê ku li bejna êzdî ya hatiye kirin, bi zanîn yan jî bê zanîn, êdî teng tê. Ew nêrînên ku êzdiya bi zerdeşiyê ve dikin, bi lêkolînên Prof. Kreyenbroek da xuya kirin, ku hemû olên cîran bandor li hev kirine, lê nabe mirov bê berdestiyên vekirî, Êzdîtiyê û Zerdeştiyê bike heman kirasî. Nasîna Ola Zerdeşt bi Gahtayên wî ye, zimanê Gahta ji yê qewl û duhayên êzdiya zehf ji hev dûrin. Ewqas cêwazî, bi rêya zanînê nayê pejirandin. Bi hêviya êzdî li rastî û reseniya ola xwe bigerin, bêyî ji hin olê din re bikin dûvik. Helbet ked û xebata rewşenbîrê êzdî yên weke Dr. Tosinê Reşîd jî neyê ji bîr kirin. Pirtûka wî ya bi navê Êzdatî Oleke hêjî nenasikirî hêja yî xwedinê ye. Di heman rêze semînerê de axaftinên Prof. Dr. Kizilhan û Arkelog Nebo Lauffrey hêjayî guhdariyê bûn.
Her weha mijara ji aliyê hêja Ilhan Kizilhan ve hatibû destnîşankirin; hejmar û serboriyên êzdiya di serdema Osmaniyan de, mijareke bi serê xwe bû. Bi hêviya ciwan û vekolêner ji çavkanî û arçivê Osmaniya sûd wergirin û ew arçivên ji aliyê dewletê ve vekirîne bi hûrgulî vekolînin û hindik be jî bikin malê civakê û ilim. Siltanên Osmaniya û Mîrê Kurda, li ser yek mijarê bûne yek, ew jî qirkirina êzdiya bû.
Beşdarbûna Profesor û zanayê ne kurd û ol êzdî dewlemendiyeke bû, ji bo civaka êzdî. Û dewlemendiye hizr û nêrînên wan yê gerdûnî û pisporî. Ez naxwazim navê wan yeko yek binivisînim, lê hemû nêrîn hêja bûn. Xelkê di ilim û zanînê de bê bingeh ji tunebûnê re neçarin. Lewma jî divê hîn gellek mijarê din guftûgo bikin.
Qewl û şîrova qewla.
Duha û şîrova dihayê êzdiya.
Şîrova dunav û pergala olî.
Wêje, yan jî êzdî di wêjeya cîhanê de.
Herî grîng Teologiya êzdînasiyê divê bibe mijara sereke. Di beşên Zanko yê Kurdistanê û yê Cîhanê de, beşê êzdînasiyê û teologiya êzdiya divê bête guftûgo kirin. Her weha di êzdatiyê de JIN pêwîstbû bibûya mijar. Huner û çanda êzdiya jî. Zêdebûna semînervana ji bo demê û wan jî asteng bû. Her weha dema şîrovekirina semînerê drêj bû. Ji bo pirsa dikaribûn, hejamarek kifşkirî hebû ya.
Lê ez dîsa destxweşiya amadekarê vê çalakiyê dikim. Dibêjim; mala we ava. Bi hêviya gellek çalakiyê wûsa ku ji her alî û piralî werin lidar xistin. Her weha ciyê şanaziyêye, ku GEA taybetmendî û xweseriya xwe diparêze. Ev jî dibe hîmeke grîng ji bo êzdiya û ola êzdî. Ji çi dîtina polîtîk dibe bila be, lê dîtineke wî ya olî û cêwaz hebe û weke ku li nêrîna xwe ya polîtîk xwedî derdikeve, wûsa jî li nirxên olî û civakî xwedî derkeve.
Newaf Mîro, 29. Okt. 2014
newafmiro@gmx.de