Mehma Xelîl, ku ji aliyê PDK wek qaymaqamê Şingalê hat binavkirin

Şingal. Endamê PDK yê êzîdî Mehma Xelîl, ku ji aliyê partiya xwe ve wek qaymaqamê Şingalê hat diyarkirin, ji nûçegeha fermî ya partiya xwe www.kdp.info re ragihand ku “ji ber PKK xelkê Şingalê ditirsin vegerin ser mal û halê xwe.”

Mehma Xelîl herwiha got: “Me ji hemû aliyan û ji konsûlên welatan re ragihand ku PKKê ji aliyê Hikumeta Iraqê ve alîkariya wê tê kirin û ne di berjewendiya Şingalê de ne û ew alîkariya Bexdayê nedestûrî ye, ji ber ku yê bergirî li Şingalê dike tenê Hêzên Pêşmerge ye û bi xwe jî Şingal rizgar kirin û wa ava jî dikin. Lê ji ber PKKê xelkê Şingalê ditirsin vegerin ser mal û halê xwe.”

Hêzên PKK piştî 03.08.2014 hatin Şingalê. Bi hatina Dewleta Îslamî hêzên Pêşmerge ji Şingalê vekişiya bûn û bi vî awayî rê ji bo jênosîd kirina êzîdiyan vekirin. Bi hezaran êzîdî hatin kuştin, bi hezaran keç û jin hatin girtin û heta niha wek „carîye“ tên tecawiz kirin. Hêzên PKK rojên piştî 03.08.2014 dorpêça çiyayê Şingalê ji aliyê Dewleta Îslamî şkênandin û korîdorek vekirin ji bo rizgarkirina bi hezaran êzîdî.

PKK herwiha bi mehan li Şingalê dijî Dewleta Îslamî şer kir. Ji ber vê jî niha xelkek ji Şingalê heye ku piştgirya PKKê dikin.

©ÊzîdîPress, 06.03.2016