141105-F-XC395-122.
Şingal. Li gorî agahiyên ku ji cavkaniyek li Şingalê gihişte me, hêzên koalîsiyonê yên navnetewî konvoiyek Dewleta Îslamî bombe kirin. Konvoi ji bajarê Til Afarê ber bi Şingalê ve diçû. Bi van êrîşên hewayî bi kêmasî şeş wesyîtên biçek û panzêrkirî hatin rûxandin û qasî 20 terorîstên îslamî hatin kuştin.

Hêzên navnetewî konvoi li Ain Al-Hisan destnîşan kir, ji ku rêyek dîrekt diçe Şingalê. Ev e çend rojin koalîsiyona navnetewî bombekirina Dewleta Islamî li deverên Şingalê zêde kirin.

Êrîşên hewayî yên din ji aliyê balafirên leşkeriya iraqî îro nîvro li deverên gundên Bara û Şlo li dijî Dewleta Îslamî pêk hatin. Herdu gund di 14. Mijdarê ji aliyê HPŞ û HPG piştî şerek ku bi rojan dirêj kir rizgar kirin.
©ÊzîdîPress, 1ê Kanûn 2014