Papayê Romayê li Vatîkanê pêşwaziya şanda Êzdiyan dike

Pêncşemê 8 meha kanûna paşîn Papayê Romayê li Vatîkanê bi dilgermî pêşwaziya şanda êzdiyan kir. Endamê şandê bûn rêberê êzdiyaye ruhanî Extiyarê Mergehê Bavê Şêx Xeto, mîrê seranserê êzdiyan Mîr Tehsîn Beg, nûnerê Êzdiyan Şengalê Heyder Şeşo, rêberê Şêwrdariya ruhaniya Êzdiyan li Gurcistanê Pîr Dîma û fîlosof û nivîskarê êzdî Hoşeng Broka ji Almaniya.

Dema rûniştina tevî Papa derheqa rewşa Êzdiyan û xrîstiyanên Îraqê hate behs kirin. Şanda Êzdiyan got, ku hewcedariya wan bi piştgirya qedeseta Papa heye di vê pirsê da. Bi xwe Papa Fransîsk bal kişand ku qedera Êzdiyan bo wî pir giringe û miletê wisa kêmhijmar û biçûk wekî Êzdî gerekî bikaribin dînê xwe û nasnama xwe xweyî kin û ew mafê wane.

Şanda Êzdiyan ji aliyê xweda razîbûna xwe bo piştgirya wisa diyar kir û nama daxwaziyên xwe dane wî. Daxwaziyê Êzdiyan e, daku alîkariya penaberan bê kirin, qîz û zarokên êzdiyan ji destê têrorêstan werin xilas kirin û autonomiya Şengalê wek herêmeke xweser bê danîn bo Êzdiyan, li ku jî ew bikarin nasnama xwe biparêzin û ev ne dijî destûra Îraqêye.

 © ÊzîdîPress