HemoyeSheroP
Hemoyê Şêro

Berî 100 salan, sala 1915, jöntirkên osmaniyan dest bi jênosîda li dijî miletên mesîhî li mezopotamiya kirin. Heta 1,5 miliyon însan hatin kuştin an di meşa sirgûnê de ji tîna û birçîna mirin. Ji bilî mesîhîya -ermenî, aşûrî, suriyanî û yunanî (ên pontûs) – herwiha êzîdî jî bûbûn qurbaniya jênosîda ji aliyê osmanîyan ve. Weke di fermanên sedsalên berê jî, vê carê jî êzîdî nefilitîn. Bi hezaran hatin kuştin. Ev dîroka êşa hevbaş di navbera mesîhîyên rojhilata navîn û êzîdîyan bû bingeha hevaltiyek mayinde di navbera herduyan de.

Mesîhî û êzîdî herwiha berxwedan jî kiribûn. Bi taybetî yek kesayetîyek êzîdî heta roja îro wek lehengek zindî ma: Hemoyê Şêro. Ji bilî Hemoyê Şêro herwiha Cangîr Axa jî yek ji lehengên herî naskîrî yên êzîdiyan, ku îro li Ermenîstanê bi fermî wek lehengek netewî hat qebûlkirin û peykerê wî jî li wir çêkirine.

HemoyeShero
Hemoyê Şêro

Hemoyê Şêro, serekeşîrek êzîdî ji Şingalê, feqîrêkî Şîxadî bi xerqe, tevlî cengawerên xwe li çiyayê Şingalê bi qasî 20.000 mesîhî ji jênosîda 1915 parast. Gava eskerên osmanî dabûn dû van mesîhîyan û ji êzîdîyan xwestin ku wan teslîm bikin, Hemoyê Şêro biryar dabû ku mesîhiyan bi çekan jî bibarêze eger pêwist be.

Îsmaîl Çol Beg, mîrê êzîdiyan ê wê çaxê, nameyek ji keşîşên mesîhîyan re şandibû û tê de got ku êzîdî ji bo parastina mesîhîyan amade ne. Pê wê hevdîtin di navbera êzîdiyan û keşîşên aşûrî/keldanî pêk hatin. Berpirsiyarên aşûrî û suryanî, jin, zarok û pîr biribûn çiyayê Şingalê. Di heman demê de Cangîr Axa, serekeşîrê mendikî, tevlî hêzên ermeniyan dest bi berxwedana li dijî osmaniyan kiribû.

Osmanî gelek caran teslîmkirina mesîhiyan ji êzîdiyan xwestin û gef li wan xwarin. Profesor Christine Allison, mamosteya înstîtûta lêkolînên erebî û îslamî di zanîngeha Exeter a brîtanî, derbarê van buyeran wiha dinivîse:
“Osmanî qasidê xwe şandibûn cem êzîdiyên çiyayê Şingalê û ji bi nameyekê ji wan teslîmkirina firarên aşûrî xwestin, eger na wê êzîdî bi xwe hesabê bibînin. Serekeşîrên êzîdî nameyê qetandibûn û qasid vegerandin cem artêşa osmaniya – bêyî kincên wî”.

Dawidê Dawîd, serekeşîrekê ciwana li Şingalê, tevî cengawerên xwe ber bi Hemoyên Şêro ve diçû. Hemoyê Şêro hemû serekeşîrên êzîdî civandibû, ji wan re rewş şîrovekir û got:

“Ez ê çawa qebûl bikim û van ermeniyan teslîmî osmaniyan bikim? Min soz da wan ku wan biparêzim û wan teslîmî osmaniyan nekim, heta dilopek di min de bimîne. Eger ez û kurên xwe ji bo vê bimrin jî, bila be.”

Ezi-Arm-Widerstandskaempfer
Cangîr Axa tevî cengawerên ermenî û êzîdî

Êzîdiyan mesîhîyan nava şikeftan û newalan veşartibûn. Gava osmanî hewl dabûn ji başûr bikevin nava çiyayê Şingalê, êzîdiyan bi guleyan bersivan wan dabûn û du mehan parastin kiribûn. Ji aliyê Til Efarê osmanî dixwastin bikevin nava çiyayê Şingalê. Serekeşîrê êzîdî Xelef Şingalî dixwast wan bisekinîne û tevî 40 siwarên xwe çû pêşiya wan. Li gundên Heme, Qizilkent, Çenan, Gaber, Qesirk û Jidalê pevçûnên giran qewimîbûn. Gundiyên êzîdî jî wê çaxê xwe sipartin çiyayê Şingalê.

Hemoyê Şêro tevî cengawerên xwe ji çiyayê Şingalê tên û pêşveçûna osmaniyan disekinînin. Di şevekê de cengawerên Hemoyê Şêro zêdetirî 35 siwarên osmanî kuştin. Di şer de hevalekî Hemoyê Şêro ê herî nêzîk û salên dirêj, jiyana xwe ji dest dide. Gelek eskerên osmanî mirin û li aliyê êzîdiyan jî gelek windahî hebûne. Lê di dawîyê de leşkerên osmanî vekişiyan. Brahîm Paşayê osmanî gazinê xwe ji ber karwanên cenazeyên osmaniyan dikir ku diçûn Mûsilê.

Yezidischld
Hevdîtina Mîr Ismaî û Hemoyê Şêro tevî keşîşên aşûrî û keldanî

Bona ku heyfa xwe hildin, osmaniya gundên êzîdiyan talan kiribûn û paşê jî şewitandin. Embarên xwarinê jî talan kirin an şewitandibûn û bi vî awayî dixwastin ku êzîdî ji neçariyê mesîhîyan berdin. Lê êzîdiyan berê haziriya xwe kiribûn, xwarinê rakişandibûn çiyê.
Dawiyê de osmanî dev ji hewldanên xwe berdidin û mesîhî li çiyayê Şingalê xilas dibin. Gelek ji wan mesîhîyan li Şingalê mabûn û heta roja îro li wir in.

Keşîşê mesîhî Abdulmesîh Karabaş di bîranînên xwe “xwîna rijandî” de dinivîse: “Êzîdî pir ji mesîhîyan hez dikin, ew xwedî rewiştekî pak in û mêvanperwerin. Ev yek di hewandina wan a mesîhîyan de diyar bû, gava wan civîn çêkir dakû mesîhîyan ji zordestî û xwînrijandin xilas bikin; heta wan jiyana xwe jî dan ji bo mesîhîyan û talankirina malên xwe tamûl kiribûn ji bo parastina mesîhîyan. Ji bilî li çiyayê Şingalê, di bin parastina êzîdiyan de, ti sitara wan a din tune bû.”

Hemoyê Şêro di sala 1850 li gundekî Şingalê (gundê ziving) ji dayik bûye, serekê eşîra dina bû. Brîtanî wî gelekî wek dîplometek dieciband û otonomiya êzîdiyan pêşniyarî wî kirin, lê wî jo ber sedemên jêo-siyasî red kiribû. Piştî 83 sal emir Hemoyê Şêro diçe ser dilovaniya xwe. Lê heta roja îro di stran û bîranînan êzîdiyan de zindî ye.