Hassan_Helicopter-Blogpost
Hassan Aşwor (prîvat)

Dihok. Rojnamevanê êzîdî Hassan Aşwor xelata rojnamevaniyê a Martin Adler wergirt. Biryara jûrî ku ji rojnamevanên CNN, NBC û AP pêk tê di malpera fermî de hat diyarkirin. Hassan ji xelkê Xanasorê ye ku wek navçeya rewşenbîrî tê naskirin. Di roja 03.08.2014 Hassan tevî malbata xwe ji Xanasorê direve. Sê rojan piştî wê Hassan tevî rojnamevanên New York Times bi helîkoptêrê diçe çiyayê Şingalê ji bo rewşa firaran bişopîne. Hassan di wê demê de ji bo gelek rojnamevan, derhêner û nûnerên mediyayî bûbû alîkar ji ber zanîna wî d ziman û rojnamegeriyê.

Hassan ji êzîdîpress re dibêje: “Ez bi vê xelatê gelekî kêfxweş bûm. Min dixwest bala dinyayê bikşînim ser keraseta miletê xwe, ji bo vê yekê min ev xelat wergirt.”

Derhêner Edward Watts ku fîlma “Escaped from ISIS” kişand, derbarê xelatdayînê dibêje: “[Hassan] bêrawest, bi wêrekî û bêwestandin kar dikir. Van kalîteyên wî derfet dane min wek bîyaniyek ez bigihêjim operasiyonên hesas ya rizgarkirina jin û zarokên dîlgirtî ji destê DAEŞê.”