Viyan Dexîl (PDK)
Viyan Dexîl (PDK)

Bexda (Îraq) – Di hilbijartina Îraqê bêtir ji 70î kandîdatên Êzîdiyan bo cend partiyan de xwe bo hilbijartina parlamenta Îraqê dan berendamî. Di vê demê, encamên resmî tên kifşkirin.

Viyan Dexîl (PDK), kandîdat li Nînava, 5467 dengan li ser xwe kom kir û yek ji şeş kursiyên PDK li Ninawa girt. Herwiha Sheikh Hecî ji partiya Îslah bi rêya qutoyê bo Êzîdiyan kursiyek bi dest xist.

Di parlamenta Îraqê ya berê şeş Êzîdî hebûn. Xuyaye ji ber ku Êzîdî bi hejmarek bilind xwe dan hilbijartinê, hêza dengê Êzîdiyan hat lawaz kirin. Qanûna hilbijartina Îraqê 2014 tenê kursiyek bo Êzîdiyan qebûl dikê, lê dadgeha bilind ya Îraqê sala 2010 de, di biryara xwe de nivisî, ku bo her 100.000 endamên kêmnetwan divê yek kursî bo parlamentê werê rezerv kirin. Hejmara Êzîdiyan li tevahiya Îraqê tevlî herêma Kurdistan bêtir ji nîv milîon e. 

êzîdîPress, 19.05.2014