NetzwerkBefreiungZweiKinder (1)
Herdu zarokên rizgarbûyî tevî Abû Suja

Şingal. Toreya êzîdiyan ji bo rizgarkirina jin û zarokan, du zarokên êzîdî ji destên Dewleta Îslamî rizgar kir. Herdu zarok 502 rojan di destê Dewleta Îslamî de mane. Herdu keçik û lawik ji aliyê tendurustiya fîzîkî ve başin. Agahîyên taybet derbarê azadkirina wan ji ber sedemên ewlehiyê nayen gotin.

Piştî Dewleta Îslamî di 03.08.2014 ket Şingalê û Pêşmergeyên kurd ji Şingalê vekişiyan, gundê van herdu zarokên êzîdî ketibû bin kontrola Dewleta Îslamî. Bi giştî qasî 7.000 jin û zarokên êzîdî wê çaxê ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn girtin û wek koleyên “kîsê şerî” hatin bikaranîn.

Dewleta Îslamî kiryarên xwe li dijî êzîdiyan wek “vejandina koletiyê” dibîne, bi kîjanê jî li gorî nêrîna wan “kevneşopiyeke kevn ya îslamî” tê vejandin. Dewleta Îslamî, êzîdiyan wek “muşkrîkên ku di dema cahaltiya berî îslamê de hebûne” dibînin. Ji ber vê, ew jinên êzîdî wek cariyê (koleyên seksê) tecawiz dikin. Neteweyên Yekbûyî (NY) van kiryarên Dewleta Îslamî li dijî êzîdiyan wek jênosîd binav kiriye, ji ber ku armanca Dewleta Îslamî tunekirina temamiya êzîdiyan wek komeke dînî ye. Herwiha daxwaz hate kirin ji bo hewldanên darizandina endamên Dewleta Îslamî.

© ÊzîdîPress, 22.12.2014