saveyeJi roja sê tebaxa derbasbûyî ve Êzidî rabûne ser xwe û bi hemî hêza xwe hewl didin, ku alîkariyê bidin, çi „Komîta hawara Şingalê“ be û çi jî kom û hevgirtinên din bin, yên ku bi Komîta navborî re kardikin, hemî bi hawarê ve rabûne. Me wek „Komîta hawara Şingalê“ gelek caran û di gelek daxwiyaniyên xwe de tekez li ser pêwîstiya yekîtiya Êzidiyan kir, me her got, ku yekîtiya êzidî xeteke sor e. Ji ber giringiya vê mijarê yekîtiya Êzidiyan ji bo me armanca serekî bû. Lê hindek kesên Êzidî hene, ku girêdayî hindek pîlanên partiyan ne, hewl didin ku nêçîrê di ava girikî de bikin. Tiştek ji bo wan kesan ne muhum e, bes Partiyên wan ji bo wan muhum in. Ew kes naxwazin ku tifaq û yekîtiya Êzidiyan çêbibe. Heta neha jî hêj bi hemî hêza xwe hewl didin, ku yekîtiya Êzidiyan tune bikin û nakokiyan di navbera Êzidiyan de peyda bikin, ew kes radibin fitnê dikin, narehtiyê dikin dilê Êzidiyan û astengiyan ji bo wan çêdikin. Ew kes bi emir û fermanên partiyên xwe tevdigerin, lê ew pîlanên wan ji bo her kesî re aşkere bûne. Ew kes dixwazin Êzidiyan dîsa vegerînin „axwirên Partiyên” xwe, ew partiyên ku sersebebên sereke bûn ji bo karîsata Êzidiyan li Kurdistanê bi giştî û li Şingalê bi taybetî. Wan tiştek ji Êzidiyan re nekir, bi tenê ji Êzidiyan xwestin ku bêjin Partiyên wan, erê û belê, dixwestin ku Êzidî xwe bindestî wan bikin. Ev bûn 25 sal ku Êzidî di vê rewşa nexweş de dijîn.

Helbet em nabêjin, ku hindek Êzidî hene, ji „zikmakî” ve bûne hevalên partiyên kurdî û di hindek dezgehên dewletê de kar dikin, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li Îraqê de, lê belê ew kes temsîla kesekî nakin, ew bi tenê temsîla partiyên xwe dikin, ji ber ew li gorî pîlan û fermanên partiyên xwe tevdigerin. Di vê rewşa ku Êzidî neha tê de dijîn, tu kes nikarê hem karê partiya xwe bimeşînê, ew partiyên kurdî, ku isbat kirin, ku li Şingalê têkçûn û hêrivtin, û hem jî bêje ez Êzidî me û ezê berjwendiyên Êzidiyan biparêzim.

Herçende ku ev karîsata bi ser serê Êzidiyan de hatî heta merov bêje mezin û giran e, lê dîsa jî partiyên kurdî û berî hemiyan Partiya Dîmokratî Kurdistan xwe li ser serê Êzidiyan mezin dike û bi pozbilindî temaşî Êzidiyan dike, ji ber ku ew xwe ji bo wan serwer dibîne, kengî bixwaze ji Êzidiyan re dibêje ev tişt baş e, bikin û ev tişt ne baş e, nekin.

Ji bo bi cih anîna heman fermanan û emran ji heman partiyan û ji bo bi cih anîna heman fikir û ramanî sebaret ferzkirina mezinahiya xwe li ser Êzidiyan, ew kesên Êzidî, ku hevalbendên partiyan ne, tevdigerin, ku Êzidiyan bikin bi fişarê û bi darê zorê serê xwe li ber siyaseta wan ya îro roj û Êzidî bi her awayî çavtirsandî bikin. Armanca wan di vî warî de ew e, ku her projeyekê û her pêngaveke xuru êzidî û erênî ji bo sazkirin û afrandina kesayeteke êzidî serbixwe, ku karibe, serweriya karwanê Êzidiyan bike û berê wan bidin dergehekî xêrê û aramiyê û bikaribe tiştê ji Êzidiyan mayî biparêzê. Armanca van kesan ya sereke ew e, ku demê ber bi paş ve vegerînin û Şingalê û herêmên din yên Êzidiyan vegerînin dema berî sê meha tebaxê. Ew dixwazin Êzidiyan carek din vegerînin hembêza desthilata berê serdest, desthilata partiya bi hêz, desthilata dînê bi hêz û eşîr û hoza bi hêz.

Ji roja ku vê komîtê dest bi karê xwe kir, wek komîteke xwebexş, ji bo piştevaniya Şingalê bi taybet û Êzidiyan bi giştî, ew kes rabûn ser xwe û çîrok û çîvanok li ser kar û xebata endamên vê komîtê belav kirin. Ew kes rabûn û derew û raport derewîn belavkirin, rabûn hindek grûp û komikên hawarê li gorî dilê partiyên xwe ava kirin, taku şerê Komîta Hawara Şingalê û endamên wê bikin. Hindek caran di rêya rewabûna Civata ruhanî ya Êzidiyan re û hindek caran di rêya rewabûna berxwedanê re û hindek carên din di rêya rewabûna tevgera gel re. Lê rojên dawî ji bo her kesî hat isbat kirin, ku ew çewt in, ew li devereke çewt û di demeke çewt de tevdigerin, ji ber ku insanê Êzidî berî Şingalê û piştî Şingalê êdî ne mîna hev in, insanê Êzidî wekî berê nemaya.

Me wek Komîta Hawara Şingalê gelek caran tekez li ser wê yekê kiriye, ku em dema berê jî û neha jî xwe girêdayî her serê desthilatên rewa yên Êzidiyan dibînin, desthilata Ciavata ruhanî ya Êzidiyan bi serokatiya Mîr Tehsîn Saîd Alî û hêza parastina Şingalê û tevgera çalak ya Êzidiyan li Îraqê, li Kurdistanê, Almaniya, Amerîka, Brîtaniya, Holanda, Belcîka, Swîd, Gurcistan, Ermenistan û Rûsiya.

Me wek Komîta Hawara Şingalê, me di serî de got, ku divê tevgereke êzidî serbixwe were avakirin. Tevgereke bê alî, dûrî partiyên siyasî û fikrên kesayetî yên berteng, taku em karibin mijara Şingalê û Êzidiyan bikin mijareke nêvdewletî û dengê Êzidiyan bigîhnin hemî deverên diniyayê li Amerîka û li Europa. Ji bo vê yekê me biriyar da, ku em Civata ruhanî ya Êzidiyan û kesayetên Şingalê ji eşîrên cûrbecûr yên Şingalê pêkhatî dawetî Almanya bikin, taku şandên Êzidiyan yên serbixwe werin avakirin û ew şand herin cem yekîtiya Europa, Amerîka, Almanya, Ferensa, Brîtaniya û dewletên din yên Europa, û daxwazên Êzidiyan bighînin ber destên wan. Hêjayî gotinê ye, ku me hijmarek daxwazî radestî Şêwra mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî kir û me heman daxwazî herweha radestî hindek rêxistin û dezgehên navdewletî yên din kirin, mîna „Amnesty International” û “Human Right Watch” û hwd. Ev daxwaziyên me radestî wan dezgehan kir li medya Êzidiyan hatin belav kirin. Lê mixabin ku grûpekeke êzidî girêdayî Partî Dîmokratî Kurdistan bi her awayî hewl da, ku kar û xebat û bizavên me tune bike. Taku ew grûp bighîje armancên xwe carcaran çavên xwe li Civata rûhanî ya Êzidiyan sor dikir û carcaran hindek şandên cuda ava dikirin, ku aşkere bû, ku ew şand xuru partî ne. Û hindek carên din jî hewl dide, ku navkokiyan di navbera hindek kesayetên civakî yên şingalî de peyda bike.

Bi heman rêbaz û bi heman şêwe, em her serê demekê hindek daxwiyaniyan ji wan kesên hevalên partiyan bi xwe dibhîzin, ku hewl didin raya giştî bixapînin û radighînin, ku em wek Komîta Hawara Şingalê em ne bi refê Êzidiyan re difirin û em temsîla Êzidiyan nakin û gelek bêbextiyên din yên bi vî rengî dikin û bi ser me de dibarînin. Berî niha jî me hindek daxwiyaniyên bi vî rengî ji hindek kesan bihîstin, ku ji her kesî re aşkere ye, ku ew kes heta bi hestî dilsozên partiyên xwe ne, mîna birêz Kerîm Silêman û Xêrî Bozanî û hindek kesên din.

Di hevdîtina xwe ya dawî de bi Rudaw re, beşê kurdî latînî, Şêx Şamo, endamê Partî Dîmoqratî Kurdistan (lîsta zer) di parlementê Kurdistanê de derket ser ekranê vê televiziyonê û got, ku şanda Komîta Hawara Şingalê ji bo meclisê mafê mirovan li Genevê di yekê meha êlûna îsal ne rewa ye û temsîla Êzidiyan nake, ew tenê temsîla xwe dike. Li gorî axaftina Şêx Şamo, ew şanda Êzidiyan çûbû Şêwra mafê mirovan yê girêdayî Netewên Yekbûyî bi tenê taku rastiyan biguherê. Şêx Şamo her wekî din got, ku nêta wê şandê ne safî ye û di cihê gûmanê de ye. Bi taybet dema ku şanda Êzidiyan doza autonmiyê kirî. Şêx Şamo ne tenê vê daxwazê qebûl nake, lê belê ew dibêje, ku ew daxwaziyeke cihê gûmanê ye. Ji ber ku li gorî dîtina wî, her karekî hebe, li dervey siyaseta Kurdistanê û projeya netewî kurdî be, ew wek karekî ne rewa tê li qelm dan. Hêjayî gotinê ye, ku ji her kesî re hate xwiya kirin, ku televiziyona Rudaw nikarîbû bi rengekî rasteqînî û bê alî karîsata Şingalê û bandora wê ji bo xelkê ragehînê, ew televiziyona, ku rêzdar Heyderê Şeşo, yek ji serwerên hêza parastina Şingalê, gelek caran di daxwiyaniyên xwe de bi derewîn û peydakirina fitnê bi nav kir.

Helbet em hêviya van gotinan û bêbextiyan ne te ji Şêx Şamo hêvî dikin, ji ber ku ew parlementer e û di bin konê partiya xwe de kardike û di bin ezmanê wê de difire, lê belê her insanekî êzidî berpirsiyar û hevalê partiyan, dikare wan bêbextiyan li me bike. Lê belê çavên Êzidiyan bel bûn û êdî Êzidî ew kes qenc naskirine û Êzidî dizanin ku ew berpirsiyar li gorî pîlanên partiyên xwe kar dikin û dixwazin Êzidiyan dîsa bikin bi darê pariyên li Kurdistanê serdest. Lê ku Şêx Şamo û Êzidiyên din, yên ku ji xelkê hemî re aşkere bûye, ku ew kes heta bi hestî dilsozên partiyên xwe ne, van bêbextiyan bi me vekin, divê hêdî em ne carekê bi tenê daxwiyaniyê bidin, divê em gelek caran li ser van gotinên çewt û nerast bisekinin.

Li dawî jî em dixwazin bêjin, û ev bû cara hezarî ku em vî tiştî dibêjin, em gelekî hey ji yekîtiya Êzidyan hene, ji bo me gelekî muhum e, ku insanê Êzidî bibe dengê xwe, ne dengê xelkê din, ew xelk kî bin bila bibin. Dema ku em daxwaza autonomiyê ji bo Şingalê dikin û dibêjin, ku ji mafê Êzidiyan e, ku ew herêmên xwe birêve bibin, wî çaxî em daxwaza Êzidiyan vedibêjin, Êzidî vî tiştî dixwazin, û ev maf li gorî mada 125 ji destûrê Îraqê ji bo wan parastî ye. Ew destûrê, ku Kurdistanê Îraqê wek destûr ji xwe re dibîne. Her wekî din jî ev mafê ku Êzidî daxwaz dikin di peymanên navdewletî de yên girêdayî bi mafê mirovan ve derbas dibe. Dema me her pênc daxwazên Êzidiyan pêşkêşî Netewên Yekbûyî û dezgehên din yên navdewletî kirin, wî çaxî em li gorî daxwaziya her sê desthilatên Êzidiyan yên rewa tevgerîn, desthilata rûhanî, desthilatê berxwedanê û desthilatê tevgerê Êzidiyan. Dema em çûn Genevê wî çaxî hêza parastina Şingalê û Mîr Tehsîn Seîd Elî bi xwe û rasterast em wek nûner qebûl kirin û em bi destûra wan çûn. Her wekî din jî Mîr Tehsîn Seîd Elî qebûl kir, ku rêzdar Sivo kurê Qewal Silêman û sernivîserê Malpera Bahzanî wî temsîl bike. Li aliyê din jî tevgera Êzidiyan û cada Êzidî piştevaniya xwe ji bo van daxwaziyan diyar kirin û ew wek daxwaziyên xwe qebûl kirin. Û ji bo ku em rastiyê diyar bikin, em hevpeyvîna Mîr Tehsîn Seîd Elî bi televiziyona Orient re belav dikin, ku Mîr Tehsîn Beg tê de behsa çûna şanda me ji bo Genevê dike.

Em ji bo wan hemî kesan dibêjin:

Di partiyên xwe de bimînin û li ser kursiyên xwe bimînin, lê Êzidiyan bo me bihêlin! Bila projeyên we yên netewî yê wehmî ji bo we bin û bila projeya Êzidiyan ji bo me be. Bila desthilatên we yên partî ji bo we bin û bila desthilatên Êzidî ji bo me bin.

Beşê ragehandinê yê komîta hawara Şingalê Hannover, 15.09.2014

Hun dikarin li ser vê adressê temaşî hevpeyvîna Orient tv bi Mîr re bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=MqC4Fc4nJfM

Hun dikarin li ser vê adressê temaşî hevpeyvîna Şêx Şamo bikin:

http://rudaw.net/kurmanci/interview/10092014