BehKARAMSLOYAN
Leşkerê êzîdî Kerem Siloyan


Karabax. Di videoyekî de lêşkerên azerî serê leşkerekî êzîdî ji Ermenistanê nîşan didin. Wêne û vîdeoyên ku i toreyên medyayî de belav bûne, tê de serê lêşkerê êzîdî Kerem Siloyan xuya dibe. Kesekî azerî serê jêkirî radike hewa û nîşanî sivîlên dora wî sekinî ne dide. Naye zanîn ku bûyera serjêkirinê piştî mirinê pêk hat yan berî wê.

VKScreenAAF
Wêneya li ser tora VKontakt de

Di video û wêneyan de nasnameya Kerem Siloyan zelal tê naskirin. Berî vê, nûçeya ku Kerem Siloyan di şerê Qerebaxê de jiyana xwe ji dest daye hatibû weşandin. Niha di rûpelên azeriyan ya di toreyên medya civakî de serjêkirina wî tê pîrozkirin û weke xelata serketineke tê nîşandan. Di rûpela alîgirên leşkeriya azeriyan ya bi navê “AZERBAIJAN ARMED FORCES” ya tora VKontakt de wêne ji aliyên gelekan ve hati ecibandin û pîroz kirin.

Kerem Siloyan di şeva 1. adarê di şerê Qerebaxê de jiyana xwe ji dest da. Di vê pevçûnê de gelek leşkerên ermenî û azerî jiyana xwe ji dest dane. Wezareta parastinê ya Ermenistanê derheqa buyera Kerem Siloyan hîn daxuyanî neda.

©ÊzîdîPress, 4. Adarê 2016