
Duhok. Malbateke êzîdî ji Şingalê ku ji 23 kesan pêk tê, mehek berî niha li ser rêya xwe di behra egeyê ya navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê de xeniqîne. Meriyê van kesên xeniqî Celal Şingalî niha li Yunanîstanê li pêy cenazeyên wan e, heta niha xwe gihandîye sê cenaze, lê 20 cenazeyên din hîn wenda ne.
Celal Şingalî ev meheke li cenazeyên din digere û bêrî ku ew wan bibîne ew naxwaze ji Yunanîstanê derkeve. Şingalî ji nûçegeha DÎHA re got: “Heya ez malbata xwe nebînim ez naçim. Em ji mirinê reviyan, mirinê em zeft dikin. Qet nebe ez dixwazim bila gora wan hebe.”
© ÊzîdîPress, 12.01.2016