Sabah Îbrahîm li ber ala Êzîdxanê

Zaxo. Doh roja sêşamê li Zaxoyê şervanekî êzîdî yê Hêza Parastina Êzîdxanê (HPÊ) ji aliyê asayîşa PDK hat bincavkirin. Kesê hatiye bincavkirin, xwendevanê zanîngeha Zaxoyê, Sabah Îbrahîm e. Sabah Îbrahim di tebaxa 2014 tevlî Hêza Parastina Şingalê bin serokatiya Heyder Şeşo bû, piştî Dewleta Îslamî dest bi jenosîda dijî êzîdiyan kiribû. Bincavkirina Sabah Îbrahim ji aliye dezgehên fermî yên ewlekariya ya herêma Kurdistanê hat piştrastkirin.

Heta niha serokatiya HPÊ daxuyanî derbarê vê buyerê nedaye, cihê mayîna Sabah Îbrahîm jî niha ne diyare. Dezgehên Kurdan heta niha sebeba girtina wî ji malbata wî re negotine. Malbata wî bawer dike ku sebebên girtina kurê wan siyasî ne.

Di nakokiyên siyasî de di navbera hikumeta PDK û yekîneyên êzîdiyan li Şingalê bi berdewamî bincavkirin hebûne. Heta di adara 2015 jî serokê HPÊ Heyder Şeşo jî hatibû girtin. Piştî lêpirsîna konsolxaneya almanî (Şeşo hemwelatiyê Almanyayê ye) û navbeykariyê Şeşo dîsa hat berdan. Heta niha gelek endamên HPÊ ji aliyê hêzên asayîşyên PDK tên tehdît û kontrol kirin.

©ÊzîdîPress, 16.03.2016