Nasname Şingal
Nasname Şingal

Şingal (Îrak) – Piştî 10ê heyva xizêranê dest bi serkirina Mûsil û çend deverê dî yên biser ve, çend rêveberiya li deverê rewş ewlehiyê ya başa û çi êrîş vî aliyê ve nebûye têde û hêzên Pêşmerga û asaîyş têde ne û li ser karê xo berdewamin li Şingal.

Miyser Berkat
Miyser Berkat

Ev jî bûye cihê pirsîyara xelkê deverê û gazinde ji vê çendê kirin, Miyser Berkat got: “Îro min serdana rêveberiya nasnama li Şingal kir ji ber deranîna nasname zarokekî ji mala me,  lê min dergehê rêveberiyê girtî dît û ji bilî wan kesên ewlehiya rêveberîyê di parêzin nebûn li vê derê. Min pirsiyar kir çima fermanberên ne li karê xwe ne, wan jî gotin ji roja ku Mûsil şikestoya li ber çekdarê DAÎŞ de çi fermanber nehatîya karê xwe , li vê derê ez dibêjim ma kes nîna wan agehdar bike û ew bêne ser karê xwe. Ji nasnama tiştekî fermiya di  jiyana me de û em nikarin bostekê bimeşin bê nasnama xwe û bi taybetî di vê demê de”.

Îdris Serhokî
Îdris Serhokî

Her wiha Îdrîs Serhokî got:  “Îro bi bira derkî xwere min serdana dadgeha Şingal kir û me dît derê dergehê wê di girtine û em vegeriyan mala xwe, me çi nekir û karê me wê sekinê heta dadgehê dergehê xwe veneke. Her wiha tê diyar kirin, go kesên bi ser rêveberiya nasnama Şingal ve bîtir ji 75000 kesan e û dê li benda vekirina wê ne û kesên li benda vekirina dadgeha Şingal bên, ew ji bêtir ji  200.000 kesan ne.

êzîdîPress, 01.07.2014
© Hassan Omar / Weşangerê ÊzîdîPress li Şingal

Dadgeha Şingal
Dadgeha Şingal