VezirAgirmanPotsdam (Almanya) – Bokserê Vezîr Agirman di çîna xwe heya 70kîlo cara duyem bû lehengê almanya 2014. Li fînalê xurtê Êzîdî bi hêsan hember Narek Markarjan biserket. Li sala 2012 xurtê 16salî cara yekemîn bû lehengê almanya.

Vezîr Agirman li sala 1998 li bajarê Merdîn li Bakûrê Kurdistan hat dinya. Bi emrê sê sal ew tev malbata xwe berê xwe da almanya. Li vir, wî boksê ceriband û wiha bi hêjayiya xwe kişf bû û ew 8sal ew boksê dikê, wî ji êzîdîPress re amajekir.

Niha Vezîr Agirman li xwendgeha werzîş Frankfûrt (Oder) dixwînê û boksê bêtir elimînê. Xelat nû wek lehengê almanya bo wî motîvatîona bo bêtir biserbikevê. Daxwaziya wî eve, ku rojek medaliya boksê di lehenga Ewrûpa an jî yê cihanê werbigirê.

VezirAgirman3Serjimêra Vezîr Agirman

Hevxistin: 47
Biserketin: 39
Bê leheng: 1
Undakirin: 7

êzîdîPress, 18.05.2014