10418195_412616512213480_4062414956708904994_n

Dema seredana xwe ye Gurcistanê, endam-korespondêntê Akademîya Zaniyarî ya Rûsyayê Raûf Mihemedovîç Mûnçaêv û doktorê dîroknasiyê Şahmerdan Nazîmovîç Amîrov mêvanê Mala êzdiyêd Gurcistanê bûn. Rêvebirê Mala êzdiyêd Gurcistanê Agît Mîrzoyêv pêşwaziya mêvana kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku bo zanîyarên wisa qedirgiran pirsa êzdiyan balkêşe. Her wisa, Profesor Kerem Amoêv û Pîr Dîma ji mêvanan re behsa kar û xebata zanîyarî ya Mala êzdiyan kirin û pirtûk dîyarî wan kirin. Raûf Mûnçaêv serdema Sovyêtê başdarê lêkolînên şûnwarnasî bû li Şengalê û behsa bîranînên xwe dikir. Herwisa mêvanên qedirgiran seredana avakirina xanîyê Mala êzdiyan kirin.

10356345_412616625546802_6487227253605299580_n

Çavkanî: sarhad.ge