Terorîstên DAÎŞê
Terorîstên DAÎŞê

Şingal (ÊzîdîPress) – Îro çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) êrîş kirin ser xala Pêşmerga li devere Um Al-Şababît. Ew li nava Şingal û Til Efer de û du bombe avêtine ber bi xalê ve û sê Pêşmerga birîndar bûn, wan jî ya sivik bû.

Her wiha hêzên Pêşmerga li beramberî wan çekdaran sekinîn û şerê wan kirin, heta gehiştin gundê Sîno yê baregaê, çekdaran têde û çar otomobîlên wan şewitandin û du kuştin, du yên din jî dest bi ser kirin û vegerîyan xale xwe ya li Sînorê Şingal–Til Efer de. Ji alîkî dî ve, li ser rêka nîv Rebîya û Sinonê de bombek peqî û bûya sedema go hêzên Pêşmerga du qurbaniya, bi den yek jî li nexoşxana Zaxo ya tengaviya canê xwe ji dest da û 5ên dî birîndar bûn û Pêşmerga êriş krina ser çekdaran de û 2 ji wan kuştin, 5ên dî deste ser kirin, yek ji wan welatiyê Efxanistanê bû.

Her wiha hat gotin, ku çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê belgenamek belav kirbûn, li devere Um Al-Şababît û daxwaz kirin têde go “Şingal avserê leşkerê îraqê Abo Al-Welîd, yê go roja borî ber bi şingal ve reviza bû, û mohleta sê rojan de ya emê êriş ser devere we jî bikin” lê me çend pirsîyare vê gotinê kir ji kesên berpirsîyar lê me çi bersiv nedît.

êzîdîPress, 23.06.2014
©Hassan Omar / Weşangerê ÊzîdîPress li Şingal