Şêx Şamo
Şêx Şamo

Hewlêr. Parlamenterê êzîdî û endamê PDK Şêx Şamo bi rêya nûçexana fermî ya KDP ragihand ku “Serok Barzanî û partî Şingal û Şingaliyan diparêzin û mafê hîç kesek û aliyekî tune destê xwe bixe nava karûbarên Şingalê, ji ber ku li gor agahiyan PKK dixwaze piştî azadkrina Şingal ji DAEŞê Şingalê dagir bike.”

Şêx Şamo dibêje ku PKK “kar ji bo têkdana rewşa navçeyê dike” û “hewl didin ku alozî û pirsgirêkan derxînin”. Herwiha Şêx Şamo dibêje ku tiştê PKK dike “fitne û dûberekî ye û pilan e, pilana dijmine”.

HPSYPS
Îlankirina fermandeyek hevbeş ji bo rizgarkirina Şingalê

Berî niha fermandarên Yekinêyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Êzîdxan (YJÊ) û Hêza Parastina Şengalê (HPŞ), damezrandina fermandariya hevbeş bi navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şingalê” îlan kirin. Li gorî daxuyanîya wan a çapemenî armanca vê sîwanê ewe ku hemû hêzên ku li Şingalê hene bi hev re di rizgarkirina Şengalê de hevkar bin.

Ji ber vê, ev ragihandina Şêx Şamo wek bersivek ji bo vê bangê dikare were dîtin. Ango ew wek nûnerê PDK hevkariya Pêşmergenyan bi hêzên din yên Şingalê wek HPŞ, YBŞ û YJÊ di rizgarkirina Şingalê de qebûl nakin.

Gava di 03.08.2014 Dewleta Îslamî ketibû nav Şingalê, heta 12.000 pêşmergên bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû. Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin, bi hezaran mêrên êzîdî bi awayên pir hovane hatin qetil kirin. Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, kurên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.