Adam-Dieng
Bavê Şêx û Adama Dieng li Lalişê

Şêwirdarê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo rêlibergirtina jênosîdan Adama Dieng li Lalişê tevî nûnerên êzîdî hevdîtinan kir. Di hevdîtina xwe de Adama Dieng û hazirên din li ser tawanên Dewleta Îslamî li dijî êzîdiyan axivîn. Bavê Şêx, parlamenter Şêx Şamo û qadî Xêriyê Xidir li Lalişê pêşwaziya Dieng kirine.

Adama Dieng aniye ziman ku divê kiryarên Dewleta Îslamî li dijî êzîdiyan wek tawanên dijî mirovatiyê û jênosîd werin qebûl kirin. Dieng bibîr xist ku ji bo vê yekê divên hemû kiriyarên Dewleta Îslamî bi rêya şahidan werin tomarkirin daku bikaribin di doza hiquqî de bên bikaranîn. Di 12.08.2014 jî Adama Dieng bi daxuyaniyek nivîskî de kuştina 500 însanên êzîdî şermezar kiribû.

Berî çendekê serdozgerê berê yê dadgeha navnetewî ya cezayê Luiz Morêno Ocampo serdana êzîdiyan kiribû û ji nêz ve li rewşê mêze kir. Ocampo digot ku kiriyarên Dewleta Îslamî li dijî êzîdiyan “bê şik jênosîde û ji ber koletiya jin û zarokên êzîdî di destê Dewleta Îslamî de hîn jî didome”. Ocampo niha li zanîngeha Havard profesor e.

Pirsgerêka doza jênosîdê ew e ku ne dewleta Iraqê ne jî Suriyê Statûta Roma a Dadgeha cezayê a navnetewî îmze kirin. Dewleta Îslamî di van dewletan de jênosîda êzdidyan kirin. Ocampo dibêje ku tawanbarên Dewleta Îslamî dikarin ji ber netewetiya xwe di dewletên ku jê hatine werin darizandin. Ocampo dibêje ku wek alternatîv dewleta Iraqê dikare wêzîfeya dadî tenê derbarê Şengalê teslîmî dadgeha cezayê a navnetewî li Den Haag bike. Herwiha dadgehên “ad hoc” hene, li gor vê divê şêwira ewlehiyê ya DY biryara damezrandina dadgehek ji bo bûyerek taybet bide.

Komîsiyona NY a mafên mirovan di raporekî berfireh de komkujiya êzîdiyan de wek jênosîd binav kir. Li gorî vê raporê armanca Dewleta Îslamî ew bû ku êzîdiyan “wek komek bi temamî tune bikin”. Qasî 5.000 êzîdî hatin kuştin, 7.000 jin û zarok hatin revandin.