Selîm Biçûk
Selîm Biçûk

Tevî ku Șingal di hêla qanûnî, yasayî û rêvebiriyê de girêdayî Bexdayê bû, lê hekûmeta herêmê û bi awayekî rasttir Partî Demokratî Kurdistanî li wir desthilatdar bû. Șingal û şingalî di bin desthilatiya wê de bûn. Pêşmerge, zêrevanî, asayîş û rêvebirî û heta jiyana şingaliyan bi biriyar û fermana PDK li ser piyan bû.

Di dirêjahiya vê rêvebiriyê de, şingalî mîna hemwelatiyên ne hemwelatî dihatin bikaranîn. Xêzanî û perîşanî navnîşana Șingalê bû. Tenê di dema hilbijartinan de, bi çend soz û hêviyan dengên şingaliyan dihatin kirîn.

Li xwaringeh, hotêl û karên ku kesekî ji hemwelatiyên Kurdistanê nedikir, şingalî mîna koleyan dihatin bikaranîn. Êvaran, li her kolaneke bajarên Kurdistanê bi refan şingaliyan erd dikirin doşek û asîman dikirin lihêf ji bo serê sibehê kesek bê koleyekî bo çend dînaran tevayiya rojê bixebitîne. Ne tenê şingalî hemî êzîdî, ji bilî çend kesên ku PDK ji bo siyaseta xwe bikar dianîn, di vê rewşê de dijiyan. Heta roja komkujiyê 3.8.14, ji 8000 pêşmergeyên PDK li Șingalê 10 kes êzîdî nebûn, ji sedan karmendên partiyê 2 kes êzîdî nebûn, bi sedan ciwanên şingalî wek hercar li kolanên Kurdistanê karê koletiyê dikirin ji bona nanê xwe û malbat û zarokên xwe.

Di katjimêrên pêşî de, berî êrîşa Daişê êzîdiyên Șingalê ji pêşmergeyan xwestin ku wan biparêzin yan jî çekan bidin wan da ku xwe biparêzin. Ev daxwaz bi behaneya ku ferman pê nîn e nehatin pejirandin. Li hin cihan jî li şûna ku van daxwazan bînin cih sîlah berdan xelkê. Pêşmerge bi şûn de vekişiyan û komkujiyê dest pê kir. Di komkujiyê de, piraniyê erebên herêmê û gelek kurdên misilman yên şingalî cih girtin, wan jî êzîdî kuştin, serjêkirin û jinên wan revandin, li bazaran dan ber firotinê.

Di katjimêrên pêşî de, hin kesayetiyên êzîdî têkilî bi Qendîl, Rojava û perpirsên PYD li Europa re danîn û xwestin ku şervanên wan bên bi hawara êzîdiyan ve, yan nexwe kesekî sax li Șingalê namîne. Li ser vê daxwazê YPG derbûs bû û pişt re jî HPG.

Piştî komkujiyê serkirdeyên pêşmerge û berpirsên Partî Demokratî Kurdistanî daxuyaniyên cuda û newek hev dan: Me şerê Daiş nekir ji ber ku me nexwest em û erebên sunî bibin dijminê hev, ev vekişandin tektîkî bû ji bo ku komkujî çênebin, çekên giran di destên pêşmergeyan de nebû ….û û û, dawiyê serokê herêmê got ku li eniya Șingalê xemsarî çêbûye û ew kesên ev yek kirine dê bên sezakirinê.

Niha piştî bi hezaran kuştî, bi hezaran jinên li ber bazarê, bi sedhezaran koçberên rû bi rû bi mirinê re dijîn, em pirseke sade bikin: Partî Demokratî Kurdistanî çawa nêzîkî vê komkujiyê dibe? Mixabin hîn ew siyaseta berê tê birêvebirin. Bi ser de, di ragihandina xwe de dixwazin êzîdiyan wek sûcdar û gunehkar bidin xuyakirin. Heta hin derdorên wan dixwazin gumanan li ser nasnameya êzîdiyan ya kurdî çêbikin û wan wek xayîn nîşan bidin. Ya herî tirsnak ku wê êzîdiyan tune bike û şerekî êzîdî êzîdî yan kurdî kurdî li Șingalê dirûst bike ew e ku hewldanên safîkirina nakokiyên li navbera PDK û PKK li ser bermayên komkujiya Șingalê dibin. Dixwazin komên şervanên êzîdiyan yên bi dest û alîkariya her du partiyan tên avakirinê li hember hev bidin xebitandin. Li ser bingeha wan nakokiyan pirsa rizgarkirina Șingalê dane paş û ketine wê hewlê ka çawa PKK ji Șingalê derbixin. Herweha tê xuyakirin ku êzîdiyan ceza dikin ji ber ku wan hawara xwe gihandiye PKK ji bo ku bê bi wan ve.

Li Șingalê xiyaneteke zelal û diyar û berbiçav hatiye kirinê. Kê ew xiyanet kiriye? Ҫima? Berî her tiştî gereke bê aşkerekirin. Ew jî gereke PDK aşkere bike ji ber ku ew li Șingalê desthilatdar bû. Ji bilî vê gelek tiştên din ji PDK tên xwestin.

Ҫi ji Partî Demokratî Kurdistanî tê xwestin da ku bikaribe gavekê ber bi êzîdiyan ve here:

  1. Serokê Herêmê wek serokê pêşmergeyan divê lêborîna xwe ji êzîdiyan bixwaze. Ew serokê pêşmergeyan e û di serî û dawî de ew dibe berpirsê qanûnî û exlaqî yê vê komkujiyê.
  2. Divê PDK lêborîna xwe ji êzîdiyan bixwaze ji ber ku ew li Șingalê desthilatdar bû û ew jî berpirsiyariya qanûnî û exlaqî ya komkujiyê hildigire.
  3. Hemî berpirsên êzîdiyan yên li herêmê ewk karmendên PDK kar dikin pêwîst e ji kar bên avêtin, ew hevparên hemî belayên êzîdiyan e yên berî û piştî komkujiyê û niha jî bûne tabûra 5 an ku kîna êzîdiyan li hember PDK gurtir û xurttir dikin.
  4. Pêwîst e PDK û PKK nakokiyên xwe hemen rawestînin û êzîdiyan di nav van nakokiyan de bêtir neşewitînin. Dikarin ji Șingalê dest pê bikin û bi yek armancê bi hev re kar bikin ew jî rizgarkirina ji Daiş ê be, dibe ku ew jî bibe bingehek da ku nakokiyên wan sivik bibin yan jî rabin û bibe serkeftineke mezin ji bo gelê Kurdistanê.
  5. Pêwîst e hekûmeta Herêmê û di serî de PDK li daxwazên êzîdiyan guhdarî bike û piştgiriya wan daxwazan bike û li çareyeke baş bigere.
  6. Pêwîst e ragihandina PDK hemen şerê xwe û dek û dolabên xwe li hember êzîdiyan rawestîne.
  7. Avakirina komeke lêkolînê li ser komkujiya Șingalê û di nava vê komê de hem êzîdî û hem jî saziyên navnetewî cih bigirin.

Dibe ku gelek xalên din yên pêwîst hebin. Dibe ku pêwîst be hin karên din jî bên kirin. Lê bi kurt û kurmancî tiştê niha tê kirin „li şûna çav kil bikin, kor dikin“.

Selîm Biçûk
Îlona 2014