Tblissi (Georgien) – Doh şandeke êzîdiyan bin rêveberiya Ali Atalan bû mêvanê ziyareta êzîdyan ya Tiblîsê. Di nav wê şandê de gelek nûnerên êzîdî ji Ewropayê hebûne. Di civîna tevî nûnerên Şêwirdariya Ruhaniya Êzîdyan li Gurcistanê, beşdarvanan derheqa avakirina Kongreya Êzîdiya yê Dinayayê nîqaş dikirin. Bo vê yekê jî êdî Komîta Avakar jî bi serokatiya parlamenterê êzîdî Ali Atalan hatibû damezrandin. Endamên şandeyê pêşniyar dikirin ku Şêwirdariya Ruhanî piştgirya vê inisiyatîvê bike û bi şandekî xwe tevlî avakirina Kongreyê bibe. Serokê Şêwirdariya Ruhanya Êzîdiyan li Gurcistanê Pîr Dîma bixêrhatina mêvanan kir û got ku “em oldar ji bo aştiyê li dinyayê dua dikin, û kêfa me ji vê inisiyatîvê tê ku êzdiyên ji gelek dewletan bighîne hev”.

Pîr Dîma di civîne got: “Şêwirdariya Ruhanya Êzîdiyan li Gurcistanê rêxistineke dînî ye û ziyaret cihekî dînî ye. Nûnerên ruhanî divê dûrî siyasetê bimînin û nebin endamê rêxistinên siyasî. Em serkeftina we dixwazin, lê tevlî xebata avakirina Kongreyê nabin. Dîsa jî deriyê ziyareta me ji hemuyan re vekiriye”. Wî herwiha jî piştrast kir ku Şêwirdariya Ruhanî serbixwebûna ziyaretê diparêze û ji bandora hêzên siyasî û alîgirên wan diparêze.
Piştî civîna li Gurcistanê, şande wê biçe Ermenistanê û tevlî şahiya li ziyareta êzîdiyan li gunde Aknalîçê bi.

ÊzîdîPress, 28.09.2017