зороастрийцыMoskov – Berî demekî li bajarê Efrînê li Rojava peykerek Zerdeşt wek diyarî ji bo Êzîdiyên wê herêmê hat pêşkêş kirin. Ev yek bû sedema pêlek protestoyî di nava Êzîdiyên temamya cihanê, herwiha Êzîdiyên ji Rojava rexneyên xwe anîn ziman. Dîsa mijara peywendîyên Êzîdîyan bi Zerdeştiyan ket meydanê. Derheqa vê mijarê, redaksiyona êzîdîpress ya beşa rûsî berî da Organisaiyona Zerdeşiyan ya Cihanê („The World Zoroastrian Organisation“) û nûnêrê wê Birêz Bachmann, kîjan fikrên xwe bi vî awayî anî ziman:

„Qasî ez dizanim, piraniya kurdan li Efrînê misilmanên sunî ne. Eger kesek bixwaze bibe Zerdeştî, em bi xêr hatina wî dikin, ev dê wî raberî fikrên baş, kiryarên baş û gotinên baş bike. Di nava Kurdan de fikrên zerdeştî gav bi gav berfirehtir bû. Lê ewana xwedî fehmkrinek cihê ne derheqa dînê zerdeştî, bêtir girêdayî netewperweriyê (patriotîsmê) ye – car caran bi şêweyek ecêb, û ew dixwazin Zerdeştiyê ji bo netewperweriya xwe bi kar bînin. Û bi vî awayî ew Êzdîtiyê jî bi kar tînin bo propaganda, ku wan wek tevgerek zerdeştî didin naskirin û ev yek bi berdewamî. Ew dixwazin girêdanek di navbera Zerdeştiyê û kevneşopiyên xwe ava bikin. Lê bi nêrînek objektîv zelale, ku Êzdîtî û Zerdeştî du dînên cuda ne, tevî kok û jêhatinên cuda. Hin wekheviyên wan hene, lê nabe ku bên nepixanin û mezinkirin. Hewldana wan bo vegera ser dînê miletî ya qewmên îranî ye.“

Gelo Êzîdî rast Zerdeştî ne? Me vê pirsê da Serokê Organîsayiona Cihanê ya Zerdeştiyan, birêz Shahpur, yê ku piştrast kir, ku Êzîdî ne Zerdeştî ne. Wî pêşniyarî me kir ku em bi tevî birêz Farrokh Vazhifdarom xeber bidin.

Birêz Farrokh V. di sala 1939 di malbatek dîndarîyên Zerdeştî li bajarê Mumbai (Hindistan) hat dinê. Ew yek ji yên zanyarên herî rûmetgiran li cihanê ye derheqa mijara dînê zerdeştî. Ew berê cîgirê Serokê „Royal Asiatic Society of Great Britain and Irland“ bû, di nav refên kîjan de zanyarên herî naskirî kar dikin.

birêz Shahpur
birêz Shahpur

Birêz Farrokh V. ji êzîdîpress re dibêje: „Ev pirs bi girîngiya herî bilind berî çend salan hat nîqaş kirin. Di semînarek ji yên herî dawî li Londonê ev pirs mijarek sereke bû. Ez dixwazim dîsa eşkere bêjim ku Êzîdî ne Zerdeştî ne. Dînê Êzîdiya bêtir dişibe dînên Brahim Pêxember û li ser bingeha wê ye. Hin erf û edetên Êzîdyan dûr dişibin yên Zerdeştiya berê ya Rojhilat (Iran). Ji ber vê şibandinê hin mirov bawer dikin ku Êzdîtî ji Zerdeştiyê derketiye. Lê ev ne rast e. Îdiyayên wisa bê berpirsyarî ne. Êzîdî kevneşopiyên xwe bi devkî xwedî dikin. Zimanê wan yê sereke zimanekî kurdî, zimanê kurmancî ye. Lê zimanê dînê me avestî ye an jî pazend e. Cem Êzîdya edetê sunetkirinê heye, cem me tune. Êzdîtî ne dînekî misionerî ye, lê berovajî vê her mirov dikare bibe Zerdeştî. Bi van berhevdanînên prîmîtîv gerek meriv miqate be, ji ber ku dînên cuda ne. Eger hin Êzîdî bêjin ku ew Zerdeştî ne, wê gavê wisa xuya dike ku berjewendiyêk siyasî li paş heye. Ev berjewendî gerek werin analîze kirin berî ku encamên şaş derkevin holê.“

Em dixwazin bînin bîra xwendevanên xwe ku Mobed Firuz Azargoshasp, zanyarê beşa Zerdeştiyê û xudan gelek kitêb, derheqa pirsa me dibêje ku „eslê Êzîdiya îranî ye, lê ne Zerdeştî ne, ji ber ku hin dogmên wan û yên me dijberî-nakokî hevin.

Ev gotin herwiha ji aliyê lêkolînvan û teologên Êzîdiya tên piştrastkirin, gorî wan jî Êzîdî ne Zerdeştî ne. Ji bo vê em berhemên Dr. Khalil Cindî, Pîr Xidir Silêman, Prof. Kerim Amoev û Pîr Dima pêşniyarî xwendevanên Êzîdîpress dikin.

Me dît ku Êzîdî ne Zerdeştî ne û loma jî divê Êzîdî sembolên Zerdeştî nekin yê xwe. Piştî me guh da Zerdeştiyan bi xwe, em hêvî dikin ku ev nîqaşa bêhişî bi dawî bibe. Zerdeştî û Êzîdî qederek wekhev parve dikin, pirsgirêkên dînên wan yên mirovhez hene. Di derên ku pirsgirêk tune bin, gerek pirsgirêk nên avakirin, ji bo ku pirsgirêkên heyîn werin çareserkirin.

êzîdîPress, 02.06.2014